Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 8 JUL 2025 11:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Profesor Joyce Blau xizmeteke zêde ji bo ziman û edebiyat û çanda Kurdî kiriye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Ji bo koça dawiyê ya zimannas û nivîser û şarezaya ziman û edebiyata Kurdî û damezrînera Enstîtyota Kurd li Parîsê Profesor Joyce Blau, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behînameyek arasteyî binemal û kesûkar û dost û nasên wê kir.

Ev jî tekista behînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:
“Ji bo koça dawiyê ya zimannas û nivîser û şarezaya ziman û edebiyata Kurdî û damezrînerê Enstîtyota Kurd li Parîsê Profesor Joyce Blau, ez ji dil serexweşiyê li binemal û kesûkar û dost û nasên wê dikim.
Xanim Joyce Blau dosteke dilsoz a gelê Kurdistanê bû, ku bi rêya berhem û lêkolîn û çapkiriyên xwe xizmeteke zêde ji bo ziman û edebiyat û çanda Kurdî kiriye. Xwedayê mezin canê wê bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bi hemiyan bide.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact