Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 22 APR 2025 00:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî dengê xwe da
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Cotmehê li Pîrmamê dengê xwe bo xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da.

Dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê îro 20-10-2024an, demjimêr 07:00ê sibê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvara heman rojê berdewam dibe. Xelkê Herêma Kurdistanê bo 4 salên bê nûnerên xwe hildibjêrin.

 

 

 

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Papa Francis sîmbola aştî û dadperweriyê bû

MONDAY, 21 APRIL 2025 16:04:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê peyamek li ser koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê parve kiriye û di derheqa wî de dibêje, “Sîmboleke aştî û dadpwerî û nêzîkbûna navbera gel û olan bû.”

 

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Papayê Vatîkanê

MONDAY, 21 APRIL 2025 16:04:30


Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Papayê Vatîkanê

 

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo koça dawiyê ya Papa Francis diyar dike û di derheqa wî de dibêje, “Rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû.”

Naveroka Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Papayê Vatîkanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Papayê Pîrozê Vatîkanê (Pope Francis) gihîşt min. Pope Francis kesayetiyeke mezin bû ku roleke bilind li belav kirina peyama mirovdostî û aştiyê da hebû.

Pirse û sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî xûşk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Iraq û seranserê cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ruhê Papayê Pîroz Francis şad be û ji xwedayê mezin hêvîdarim hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

21 ê Nîsana 2025


 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mesîhiyan dike

SUNDAY, 20 APRIL 2025 00:04:23

Hewlêr-KDP.info: îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Rabûn li Xirîstiyan pîroz kir û got, “Herêma Kurdistanê dê wekî welatekî pirrengî yê bihevrejiyanê bimîne.

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye kir

FRIDAY, 18 APRIL 2025 20:04:54

Hewlêr-KDP.info: îro îna 18 ê Nîsana 2025 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Nuh Yilmaz Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda pê re kir ku ji birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraqê û birêz Erman Topçû Konsulê Tirkiye li Hewlêr û hejmarek dîplomatkarên Tirkiye pêkhatibûn.

Mesrûr Barzani pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê kir

THURSDAY, 17 APRIL 2025 14:04:09


Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Nîsanê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê Christiane Homann kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact