Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 21 APR 2025 23:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê lêborîneke taybet ji bo hejmareke hikimkiriyan derxist
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê bi hejmara 336 lêborîneke taybet ji bo hejmareke hikimkiriyên çaksaziyên Herêma Kurdistanê derxist.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab Yekşema 13.10.2024 amaje da, “Li dû benda 6ê ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê/Îraq hejmar 1 a sala 2005ê ya edilandî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro fermana hejmar 336 derxist, ku lêborîneke taybet e ji bo hejmareke hikimkiriyên çaksaziyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya piroseyeke lêborînê de ku dê berdewam be.”

Dilşad Şehab herwiha got, “Li dû wê fermanê, lêborîna taybet a Serokê Herêma Kurdistanê ji 17 hikimkiriyan digire ku, pişka zêde ya dema hikimê xwe temam kiriye û rewşa saxlemiya wan binecih nîne.”

Şehab herwiha ron jî kir ku, ew ferman raspardeyeke pêştir a Serokê Herêma Kurdistanê ye, bi pêkanîna lijneyeke hevpar a navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Civata Wezîran û wezaretên peywendîdar û Civata Dadwerî û herwesa Desteya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê, ji bo helsengandina rewşa zindan û çaksaziyan.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa got, “Wê lijneyê di dema borî de li ser rewşa wan hikimkiriyan lêkolîn kiriye, ku zêdebarî temamkirina demeke zêde ya hikimê xwe, metirsî nemaye û dikarin têkelî civakê bibin, lewma pêşniyara azadkirinê wan hatiye kirin.”

Ji aliyekî din ve, Serokê Herêma Kurdistanê ferman da ku navçeya Teqteq bibe qeza.

Dilşad Şehab ragihand: “Piştî ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pêşniyara bi qezakirina Teqteq şand Serokatiya Herêma Kurdistanê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ew pêşniyar qebûl kir û îmze kir.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Papa Francis sîmbola aştî û dadperweriyê bû

MONDAY, 21 APRIL 2025 16:04:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê peyamek li ser koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê parve kiriye û di derheqa wî de dibêje, “Sîmboleke aştî û dadpwerî û nêzîkbûna navbera gel û olan bû.”

 

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Papayê Vatîkanê

MONDAY, 21 APRIL 2025 16:04:30


Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Papayê Vatîkanê

 

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo koça dawiyê ya Papa Francis diyar dike û di derheqa wî de dibêje, “Rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû.”

Naveroka Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Papayê Vatîkanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Papayê Pîrozê Vatîkanê (Pope Francis) gihîşt min. Pope Francis kesayetiyeke mezin bû ku roleke bilind li belav kirina peyama mirovdostî û aştiyê da hebû.

Pirse û sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî xûşk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Iraq û seranserê cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ruhê Papayê Pîroz Francis şad be û ji xwedayê mezin hêvîdarim hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

21 ê Nîsana 2025


 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mesîhiyan dike

SUNDAY, 20 APRIL 2025 00:04:23

Hewlêr-KDP.info: îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Rabûn li Xirîstiyan pîroz kir û got, “Herêma Kurdistanê dê wekî welatekî pirrengî yê bihevrejiyanê bimîne.

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye kir

FRIDAY, 18 APRIL 2025 20:04:54

Hewlêr-KDP.info: îro îna 18 ê Nîsana 2025 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Nuh Yilmaz Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda pê re kir ku ji birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraqê û birêz Erman Topçû Konsulê Tirkiye li Hewlêr û hejmarek dîplomatkarên Tirkiye pêkhatibûn.

Mesrûr Barzani pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê kir

THURSDAY, 17 APRIL 2025 14:04:09


Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Nîsanê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê Christiane Homann kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact