Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 3 NOV 2024 02:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info-  Serok 

Naveroka peyama Serok Barzanî:

“Bi navê xwedê mezin û dilovan

Ez bi hatina cejna Cemayê ya xwişk û birayên Êzidî pîrozbahiyê li Mîrê Êzidiyan Baba Şêx û civata rohanî û tevahiya xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û hemû Cîhanê dikim.”

Birîn û azarên xwîşk û birayên Êzidî, birîn û azara hemû Kurdistaniyan e û di xem û xweşiyan de şirîkin. Pêwîste asteng û sedem nemînin ku pêşî li normalbûna jiyana Êzidiyan û bi taybetî li devera Şingalê bigre.

Her bi vê boneyê tekezî li bihêzkirina çanda pêkvejiyanê Kurdistanê dikim û hêvîdar im ku xwişk û birayên meyên Êzidî cejin û boneyên xwe bi aramî û dilxwaşî bigrin.

Cejna we hemûyan pîrozbe û bimînin bi xêr û xweşiyan de.

Mesûd Barzanî

5.010.2024”




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Yek herêm, yek parleman, yek hikûmet, yek hêza Pêşmerge

FRIDAY, 01 NOVEMBER 2024 11:11:31

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê beşdarî di Kongreya Pizîşkan a Mezopotamya de kir û got: “Yek herêm, yek parleman, yek hikûmet, yek hêza Pêşmerge.”

 
Nêçîrvan Barzanî: Serkeftiyê mezin di vê hilbijartinê de gelê Kurdistanê bû

WEDNESDAY, 30 OCTOBER 2024 20:10:53

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê mijareke giring bû, ji ber ku rewatî da çavkaniya deshilatê li Herêmê. Got jî, serkeftiyê mezin yê vê hilbijartinê, gelê Herêma Kurdistanê bû.

 
Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û alîkariyên Almaniyayê ji Pêşmerge re kir

WEDNESDAY, 30 OCTOBER 2024 20:10:45

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 30ê Cotmehê pêşwazî li şandeke Almanî ya bi serokatiya Wezîra Dewletê di Wezareta Berevaniya Almanyayê de Simti Mueller kir.

 
Serok Barzanî û Konsulê Îmaratê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û dostaniyê kirin

WEDNESDAY, 30 OCTOBER 2024 20:10:33

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê de hat kirin.

 
Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Holandayê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 30 OCTOBER 2024 20:10:03

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Janet Alberda Balyoza nû ya Holanda li Iraqê kir û wê hevdîtinê de pêşxistina peywendiyan hat gotûbêjkirin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact