Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 JUL 2025 21:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Emê di vê hilbijartinê de serkeftina herî mezin bidest bixin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî tekez kir, ewê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de serkeftina herî mezin bidest bixin.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 2ê Cotmehê di çarçoveya civîna li gel xwendekar, ciwan û jinên Hewlêrê de gotarek pêşkir û tê de got: “Bi dengên we, bi îzna Xwedê emê di vê hilbijartinê de serkeftina herî mezin bi dest bixin.”

Mesrûr Barzanî got, hinek aliyên siyasî bi berdewamî hewl didin ku “ciwanên Herêma Kurdistanê bêhêvî bikin, PDK hatiye ku hêviyê li ciwanên hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê vegerîne.”

Cîgirê Serokê PDKê, hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Kurdistanê bi çarenivîsaz binav kir û daxwaz kir ku kampanya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî medenî û demokratîk birêve biçe.

Mesrûr Barzanî got ku, encamên hilbijartinan nîşan dide ku welatiyên Herêma Kurdistanê ligel kîjan partî û biryarê ne. Sedema ku PDK di hemû hilbijartinan de yekem bû, ew e ku PDK ev ezmûn afirandiye û PDK vê ezmûnê dibarêze.

Mesrûr Barzanî got: “Me nexwest ku xelk ji me bitirse, me nexwest bi çavsorkirinê xelk li dora xwe kom bikin; Em dixwazin xelk ji PDKê hez bike.”

Herwiha got: “Em ti carî şerxwaz nebûne û me hertim daxwaza aştiyê kiriye. Me xwast bi rêya aşitiyê û xebata hevbeş Kurdistanê ber bi pêş ve biçe.”

Cîgirê Serokê PDKê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re got: “Ji bo kampanyaya hilbijartinê be yan jî ji bo armanceke din ku êrişî PDK’ê dikin, hinek xet hene ku divê derbas nebin, ji ber ku dê sibe vegerin cem me. Bila hinekî bihêlin, ji bo em lê biborin.”

Mesrûr Barzanî got: “Di hilbijartinan de dirûşmên PDK'ê gelekî zelal in. Em banga aramî, avedanî, pêkveyî û xweragiriyê dikin ku destkeftiyên PDK'ê yên berê nîşan dide. Di dirustkirina aştî û aramiya welat de, di dabînkirina ewlekariya welatê me de, PDK şanaziyê bi wê dike ku her tim parêzvanê vê xakê û vî welatî bûye. Em daxwaza avedaniyê dikin, ji ber ku PDK di kabîneyên li pey hev de, roleke mezin di avakirina welatê me de lîstiye. Hûn dibînin ku Kurdistan gihîştiye kîjan qonaxê, li Kurdistanê çi avedanî çêbûye. PDK di pêşerojê de jî di avedankirina Kurdistanê de berdewam dibe.”

Herwiha got: “Diruşma me behsa yekitiyê dike. Em dixwazin li gel hemû ol û netewên cuda li Kurdistanê bi hev re bin. Em serbilind in ku PDK her tim mafê hemû netewe û olan parastiye. Dema ku partiyên din şanaziyê bi wê yekê dikin ku mafên destûrî û rewa yên neteweyên din binpê kiriye, PDK şanaz e ku berevaniya van mafan kiriye û dê li ser parastina mafên hemûyan berdewam be.




Nûçeyên din

PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact