Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 JUL 2025 21:31 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Ecindeya PDKê hertim xizmetkirina welatiyan bûye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî ragihand, “dîroka PDKê hemû serbilindî û berevanî ye.” Tekez kir jî, “hilbijartin tekane rêya diyarkirina awayê rêvebirina welatê me ye.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 1ê Cotmehê li gel hejmarek ji endamên sendîkayên Herêma Kurdistanê civiya û gotarek pêşkêş kir.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî ragihand, PDK ew partiye bû ku amade nebû rojekê ji rojan bihostek ji xaka Kurdistanê bê cudakirin û li ser vê pirsê jî amade bû şoreşê bike.

Herwiha got: “PDK ew partî ye ku di bin serkirdatiya Barzaniyê nemir de, razî nebû ku dest ji Kerkûkê berde, ji ber ku di wê baweriyê de bû ku ti beşekî Kurdistanê ji Kurdistanê nayê veqetandin.”

Mesrûr Barzanî tekez kir: “Ecindeya PDKê hertim xizmetkirina welatiyan bûye. PDK şanaziyê bi wê dike ku ti carî dest ji mafên rewa yên gelê Kurd bernedaye. PDK hertim xwe kiriye qurbaniya netewe û gelê Kurdistanê.

Derbarê referandomê de jî Mesrûr Barzanî got, PDK ew alî bû ku bi serokatiya Serok Barzanî nîşanî cîhanê da ku îradeya gelê Herêma Kurdistanê qet nayê şikandin û biryara referandomê da. Referandûm jî bi piraniya gelê Kurdistanê biser ket, ev jî şanaziyeke din a Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.

Herwiha got: “Gelek kes û aliyên ku ligel PDKê bûn û LI hêviya serkeftinên zêdetir bûn, ji ber wê mil bi mil li gel PDKê beşdarî referandumê bûn û deng dan, lê piştre helwestên cuda nîşan dan. Lê belê van kes û partiyan bi têkçûna xwe ya psîkolojîk, referandûm cuda şîrove kirin.”

Cîgirê Serokê PDKê eşkere kir, referandûm kêmtirîn mafê welatiyekî ye ku bibêje çi dixwaze. Ji bo şikandina îradeya gelê Kurd gelek hewl hatin dayîn, lê PDK’ê nehişt ew îrade were şikandin û di referandûmê de biser ket.

Derbarê êrîşa terorîstên DAIŞê de jî, Mesrûr Barzanî got: “Dema êrîşa hovane ya terorîstên DAIŞê hat ser Herêma Kurdistanê û bû metirsiyeke mezin li ser aştî û pêkvejiyana hemû cîhanê, Pêşmerge û serkirdayetiya PDK berî her partiyeke din di sengerên berevaniyê de bûn. PDK partiya ku her tim ji bo aştiyê têdikoşe ye.”

Mesrûr Barzanî got jî, PDK herdem şer ji bo wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê aram bibe û aştî li hemû navçeyê bicih bibe. Siyaseta PDKê gelekî diyar bûye, di heman dema parastina destkeftên neteweyî û welat kiriye, di bernameya wê hebûye ku çawa bikare projeyên baştir ji bo xizmetkirina welatiyan cibicî bike.




Nûçeyên din

PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact