Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 22:34 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û Balyozê Rûsyayê rewşa Sûriyê û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Dûşema 30yê Îlonê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Îlbrus Kutraşev kir û di wê hevdîtinê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Balyozê Rûsyayê aramî û aştiya li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand ku welatê wî giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Balyozê Rûsyayê li Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo amadekariyên girêdana konferansa (Rola Rojhilatnasên Rûs di Nasandina Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de) bi hevkarî û hevahengiya di navbera nûneratiya Herêma Kurdistanê li Rûsyayê, Zanîngeha Soran û Peymangeha Rojhilatnasiyê ya Rûsyayê de.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û Sûriyê, pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsî û kêşeyên li pêşiya aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî hatin guftûgokirin.




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact