Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 5 JUL 2025 21:34 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Dewletbûna Kurdistanê misoger dibe!
| KDP.info


Bûbê Eser

Piştî dabeşkirina Kurdistanê ya ewil sala 1639an, armanc ji wê ew bû ku kurdan di nava du împaratoriyan, Fars û Osmaniyan de winda bikin ango tunebikin.

Lê kurdan di hemî perçeyan de ev qebûl nekirin û li hember dagirkiriya herdu împaratoriyan serê xwe dananîn. Li hember wan rabûn û rû bi rûyê qatlîamên mezin bûn.

Vê rewşê heta peymana Lozanê ya sala 1923 doman û di virde Kurd û welatê wan Kurdistan ji nûde di nava çar dagirkeran de hat parvekirin ku armanca wan ew bû ku Kurd nemînin.

Bi vê jî Kurd li hember dagirkerên xwe bêdeng neman. Şer û pevçûn, tekoşîn û berxwedanên wan her nesekinî. Li Bakurê Kurdistanê berxwedana kurdan li hember komara Tirkiyê heta sala 1938an domand.

Piştî şerê Dêrsimê û têkçûna tevgera kurdan, li Bakurê kurdistanê êdî kurd bi temamî bêdeng bûn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî piştî têkbirina Komara Kurdistanê, Kurd li wir jî bêdeng bûn. Ji xwe şerê bi dagirkerê Iraqê, ya bi serpereştiya Barzaniyan ji bona manê, xwe spartibûn brayê xwe yên Rojhilata Kurdistanê ku Kurd tune nebin.

Bi van têkçûnan dagirkerên me kêf kirin ku êdî kurd li ser rûyê dinyê weke kurd namînin. Lê wan hesabê Barzaniyan û bi taybetî ya bavê netewaya kurd Barzaniyê nemir nekiribûn.

Ji bona ku kurd bi temamî têk neçin, Barzaniyê nemir, bi çûyina xwe ya sovyetê û vegera wî, û destpêkirina Şoreşa Îlonê, gelê xwe ji nûde zîndî kir. Li herçar perçeyên Kurdistanê û li cîhanê kurd ji nûde bi saya şoreşa Îlonê bi can û ruh kir.

Berxwedan û tekoşîna Barzaniyan a li hember dagirkeran qet ranewestiya heta raperîna sala 1991ê û bi destxistina otonomiya sala 1992an ku Kurdistan hate azadkirin. Dûre jî kurd bûne şirîkê dagirkerên Iraqê û weke Federasyon hate qebûlkirin.

Ya girîng ew e ku ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe Barzanî qet ranestiyane. Niha jî di warê dîplomasiya navneteweyî de bi rêbertiya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêşîrvan Barzanî, Barzanî şoreşa dîplomasiyê birêve dibin. Ev şoreş bi aqilmendiya rêzdar Serok Mesûd Barzanî û bi parastina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî her didome.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi zanebûn û bi têgihiştina xwe, bi dîplomasiya xwe ya navneteweyî têkiliyên aqilane bi hemî dewletên dost û dijminan re daniye û datîne. Ew, ev têkilîne ku cenabî Nêçîrvan Barzanî serokomarên welatan anîne û tîne Kurdistanê da ku bi wan re rûnên.

Duhî Erdoganê ku berê Barzanî weke eşîr bi nav dikir, hate Kurdistanê û di bin wêneyê serokê neteweyî Barzaniyê nemir de wêneyê xwe kişand û karê dîplomasiya xwe bi Barzaniyan re domand.

Îro jî divê Kurd şanaz bin ku serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî bi Serok Barzanî, bi Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêşîrvan Barzanî û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Mezrûr Barzanî re dicive û li ser kar û xebatên weke du miletan û dewletan goftugoyan dikin.

Gelo em weke kurd jî qet fikirîne ku bi saya kê bi xebat û tekoşîna kê em gihiştine van rojên ku kurd li cihanê weke dewleteke serbixwe pêşewaziya serokomarê dewletan dike.

Ev berî her tiştî bi saya rêbaza pîroz, bi aqilmendî û têbiniyên Serok Barzanî ye, bi dîploamisiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi hewldan û parastina welêt a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk tên.

Me dît û em bûne şahidê wê yekê ku piştî azadiya Başûrê kurdistanê kurd li wir bûne xwedî serokwezîrekî herî ciwan li cîhanê. Wî serokwezîrê wê demê rêzdar Nêçîrvan Barzanî bû ku bi wê ciwaniya xwe û bi wî aqilê xwe yê dewletbûnê, bingeha dîplomasiyeke navneteweyî danî ku îro em weke Kurd fêkiyên wê dixwin.

Kurdistan bi saya wê zîrekbûn û têgihiştina serokwezîrê wê demê û serokomarê îro yê Herêma Kurdistanê, serokomarên cîhanê û yên dagirkeran têne Kurdistanê di bin ala kurdî û wêneyê serokê neteweyî û nemir de wêneyên xwe dikşînin.

Ev gelekî girîng e ku divê kurd vê yekê baş fêr bibin. Divê fêr bibin ku tenê Barzanî dikarin Kurdan bikin xwedî Kurdistaneke serbixwe. Loma niha hatina serokomarê Îranê ji bona Kurdisanê gelekî girîng e.

Loma dibêjim: Kurdno fêr bibin û bizanibin ku em ê bi saya tekoşîn, xebat û rêbaza pîroz bibin xwedî kurdistaneke serbixwe.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact