Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 10:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşekî niştimanî, seranserî û pir alî ya Kurdistanê bû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 63yemîn salvegera şoreşa Îlonê de peyamek belav kir û di wê peyamê de ragihand, şoreşa Îlonê şoreşekî niştimanî, seranserî û pir alî ya Kurdistanê bû.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Îro 63 sal bi ser destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê re derbas dibe ku, şoreşeke nîştimanî, seraserî û pir alî ya Kurdistanê bû bi Serkirdatiya Rêberê nîştimanî yê me Barzaniyê Nemir.

Bîranîna şoreşa Îlonê, bîranîna qonaxeke geş ya xebata rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê ye bo mafên reva û dev bernedan ji berevanî kirina ax û xelkê Kurdistanê.

Buhayên bilind yên şoreşa Îlonê yên bo sepandina dadmendiyê, yekrêzî, yekgirtîbûn û rawestan li hember stem û zordariyê, hertim îlhamin bo kar kirina me ya bo xizmet kirina zêdetir ya xelkê Kurdistanê û parastina destkeftiyên nîştimanî.

Di salvegera şoreşa Îlonê de bi rêzdarî ve xebat, têkoşîn û qurbanîdana tevahiya Pêşmerge û Têkoşerên beşdar yên di şoreşê de ji tevahiya çîn û pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê bi bîr tînin.

Silav bo rihê paqêj yê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

11ê Îlona 2024”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact