Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Balyoza Kanadayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Kanadayê li Îraqê kir û di wê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotbêjkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşema 10.09.2024 pêşwaziya Balyoza Kanadayê li Îraqê Bonka kir, ji ber bidawîhatina erkê wê.

Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de spasiya Balyoza Kanadayê kir ji bo wê dema ku wê kar ji bo pêşxistina peywendiyên dualî kir, herwesa daxwaza serkeftinê di erkê wê yê bê de jî jê re xwast.

Balyoza Kanadayê daxwaza welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir, xasma di warê bazirganî de. Di vî warî de jî got, “Biryar e şandeke kompaniyên Kanadayê yên taybetmend di kertê çandinê de li payîza îsal serdana Herêma Kurdistanê bike.”

Her di wê civînê de, danûstandin li ser rewşa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê hatin kirin û amaje bi danûstandinên her du rojên borî yên Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê hat dan.

Herdu alî li ser giringî û pêdivîtiya berdewambûna wan danûstandinên vekirî û avaker di navbera Bexda û Hewlêrê de hevnerîn bûn, li ser bingeha rêzgirtina li destûrî û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact