Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Azad Cindiyanî: Dîroka PDKê, girîngiya vê partiya netewî û Kurdistanî nîşan dide
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarekî Kurd û yek ji kesayetiyên şoreşger û niştimanperwer ku nerîna xwe ya zelal li ser gelek mijarên netewî heye, behsa salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dike û dibêje ku dîroka PDKê, girîngiya vê partiyê nîşan dide.

Azad Cindiyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema hûn dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bixwînin, hûnê giringiya wê bibînin, ji ber ku ew netenê partiyeke Iraqî bûye, partiyeke Kurdistanî bû û di dawiyê de ji xewnekê yan ji baweriyekê bû diyardeyeke siyasî û civakî. Bavê min yek ji wan şoreşgerên ku ligel Mela Mistefa Barzaniyê nemir bû û yek ji wê desteya şoreşgêran bû ku li Mehabadê biryara damezrandina PDKê dan. Paşî yekemîn kongreya PDKê di 16ê Tebaxa 1946an de li Bexdayê pêk hat, ji ber vê yekê ez dizanim ku PDK ji bo min mîraseke birûmet e, herwiha ji bo malbatên hemû kesên ku di wan rojên dijwar de biryara damezrandina PDKê dan.”

Cindiyanî wiha got: “Heya dereceyeke mezin diyardeya avakirina partiyan li vê navçeyê diyardeyeke çînayetî bû û li ser bingehê felsefe û îdeolojiya hevbeş bû, lê PDK ne wisa bû û hemû cudahiyên piralî tê de cih girtin. Bi gotineke din, damezrandina PDKê li hember diyardeya damezrandina partiyên Iraqî yên li seranserî Iraqê, ku diyardeyek Kurdistanî çêkir, ku ev diyarde di şoreşa mezin ya Îlonê de pir bi zelalî derdikeve, ku bi bername hemû hêz û kesayetiyên civakî li xwe kom kir, ku armanc jî ew bû ku bartiyeke pêşrew were û berjewendiyên netewî bavêje ser milê xwe û rêbertiya şoreşa Kurdistanê bike, ji bo ku ew şoreş beriya hertiştî bergîriyê hebûna netewî bike û têkoşanê bike ji bo armancên netewî yên Kurd û Kurdistanê. Belê, ev kombûn pir girîng bû, ji ber ku teza kombûnê li hember parçebûnê bû, ku stratejiya dijminên şoreşê perçebûn bû. Ji vê rewangehê ve Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa Îlonê hate avakirin ku nûnerên hemû çîn û olên Kurdistanê bi pêkhateyên xwe ve tê de beşdar bûn. Vê yekê destpêkek baş çêkir ku tevgerek civakî-siyasî li seranserê Kurdistanê ava bike.”

Wî siyasetmedarê Kurd wiha domand: “Siyaset hertim diguhere, bi dijwarî siyaset nayê kirin, ji ber ku ev dogmatîzm e. Tişta ku ez dibînim ku PDK heya niha jî bi rihê Şoreşa Îlonê malek e bo komkirina niştimanperweran. Ez yek ji wan kesên welatparêz bûm, ku bi salan min di partiyeke din de xebat kiriye, lê di dawiyê de vegeriyam û di bin sîwana yekîtiyê de têkoşîna Kurdan bidomînim.”

Azad Cindiyanî wiha jî got: “Sihra mayîna PDKê bi gelek mijaran ve girêdayî ye, di serî de dîroka PDKê ku ji dema Mistefa Barzaniyê nemir ve ev taybetmendî hebû û niha jî di bin rêbertiya Serok Mesûd Barzanî de ev taybetmendî berdewam dike û her wiha ji aliyê rsiyasî û fikrî ve jî ev taybetmendî didome. Hertim xwe di warê siyasî û binesaziya partiyê de nû dike. Dîrokê ew yek mor kiriye ku PDK di rewş û rojên pir dijwar de xwejidest nedaye û teslîm nebûye. PDK her berdewam bûye.”

Cindiyanî behsa hebûna PDKê bo vê qonaxê dike û dibêje: “Niha dem ji bo hûrgiliyan nemaye, lê divê PDK di vê helwesta xwe de bimîne ji ber ku ev yek bi pêşeroja Kurdistanê ve girêdayî ye. Ya girîng ew e ku PDK ji bo ruhê serxwebûnê û têkoşîna kurdayetiyê berdewam be. Em hemû vê rastiyê dizanin ku li ser PDKê gelek guvaş û zext hene, li ser Serok Barzanî gelek guvaş hene, ev zext û guvaş ji derve û ji hindurê Kurdistanê ne, lewma tişta ku divê PDK niha bike ev e ku van zextan weke gef bibîne û bizivire wek derfet. Şiyana PDK û Serok Barzanî nîşanî me dane ku di serdemên dijwar de gelek metirsî bûne derfet.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact