Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 11:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê: Navçe nikare aloziyên zêdetir tehemûl bike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez kirin ku navçe nikare aloziyên zêdetir tehemûl bike û pêwîstî bi aramî û ewlehiyê heye.

Îro Dûşema 05.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di vê hevdîtinê de behsa pêşhat û aloziyên dawî yên navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî kirin, di derbarê pêngavên çareser û aramkirina rewşê de danustandina bîr û ramanan kirin. Herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku navçe xwe zêdetir li beramber girjî û aloziyên zêdetir nagre û pêwîstî bi aramî û ewlehiyê heye.

Peywendiyên di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqa Federal û encama dawî yên serdana Serok Barzanî bo Bexdayê û hevdîtin û civînên li gel aliyên siyasî yên Iraqê û balyoz û nûnerên welatan li Iraqê mijareke dinî vê hevdîtinê bûn.

Her di vê hevdîtinê de rewşa Şingalê û pêwîstiya asayîkirina rewşa navçeyê û bicîhkirina rêkeftinnameya Şingalê behs kirin, ji aliyê xwe ve Serok Barzanî behsa wan hewl û qurbanîdanê kir ku ji bo azadkirina Şingalê û şikandina terorîstan hatine dan, lê mixabin niha çend hêzekî neyasayî li wirin ku rêgirin li asayîkirina rewşa Şingalê û vegerana xelkê wan navçeyan bo ser mal û warên xwe.

Di dawiya hevdîtinê de behsa encama dawî ya guftûgoyên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û hêzên hevpeymanan yên li ser pirsa hebûna wan ya li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact