Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 24 JAN 2026 23:35 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan rewşa Iraq û Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Şemiya 03.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vowell kir ku ji ber bidawîhatina erkê wî û ji bo xatirxwestinê serdana Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.

Di hevdîtinê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya xizmeta General Vaul ku di dema erkê xwe da pêşkêş kiriye kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest. Serokê Herêma Kurdistanê hevkarî û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî di dema şerê têkşikandina DAIŞê de ji Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.

Ji aliyê xwe ve, General Vaul kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Iraq û Sûriyê nîşan da û spasiya hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê di dema erkê wî da kir û tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê da ku Supasalarê Pêşmergeyên Kurdistanê û hejmareke berpirsên her du aliyan amade bûn, hevdeng bûn ku heta niha jî terorîstên DAIŞ metirsiyeke mezine û metirsiyê li ser aramî û seqamgîriya deverê dike.

Tevgerên DAIŞê û rewşa Iraq û Sûriyê û pêşhatên dawî yên navçeyê çend mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.




Nûçeyên din

Serok Barzanî digel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 21:01:58

Îtalya-KDP.info: Di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de, roja pêncşemê 22.01.2026an li bajarê Romayê, Serok Mesûd Barzanî digel rêzdar Guido Crosetto Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Digel Rêzdar Mezlûm Ebdî Civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 19:01:07

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li rêzdar Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şandekî pê re kir.

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Mîrê Qeterê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 23:01:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja Çarşemiyê, 21.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Şêx Temîm bin Hemad Mîrê Qeterê de peywendiyeke telefonî hate kirin.

Naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 19:01:29

Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 21.01.2026an, di çarçoveya serdana xwe ya Vatîkanê de, bi birêz Pietro Parolinî, Serokwezîrê Vatîkanê re civiya.

Serok Barzanî û Papa Leo li Vatîkanê civiyan

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 14:01:50

Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî li Vatîkanê ji aliyê Qedasetê Papa Leo’yê 14’em ve hat pêşwazîkirin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact