Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 12:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Divê PKK û hêzên din ên neyasayê ji Şingalê derkevin da ku aramî û jiyan vegerin Şingalê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barazanî ragihand, divê PKK û hêzên din ên neyasayê ji Şingalê derkevin da ku aramî û ewlehî û jiyan û hêvî vegerin Şingalê.

Ji bo 10emîn salvegera komkujiya Şingalê li Zanîngeha Kurdistan a li Hewlêrê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li merasîmê axivî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Ez xwişk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikim ku em dê hertim piştgiriyê bidin wan û mafên wan biparêzin.”

Nêçîrvan Barzanî bi bîr anî ku “Komkujiya Şingalê yek ji sûcên herî xwînmij ên cîhanê ye” û got: “Em wan piştrast dikin, heta ku yekî revandî mabe jî em dê ji bo rizgarkirina wan bixebitin. Divê hemû civaka navneteweyî bixebite da ku ti carî sûcekî din ê wiha dubare nebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr anî ku DAIŞê Şingal wêran kiriye, bi sedhezaran Kurdên Êzidî ji warê xwe derketine û got: “Êşa vê komkujiyê ne 10 salan, heta hetayê nayê jibîrkirin. Divê xizmetkirina ji Şingalê re û rizgarkirina xelkê Êzidî karê me yê ewil be.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hinek pirsgirêkên li Şingalê û li pey çû:“Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku Şingal nebe qurbaniya nakokiyên hêzên navçeyê. Divê Şingalî karê xwe bi xwe bikin û nebin dîlên hêzên derveyî sînor.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha domnad: “Divê PKK û hêzên din ên neyasayî ji Şingalê derkevin da ku hemû karibin asayiş, aramî û ewlehiyê vegerînin Şingalê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Êzidîtî û Êzidiyan jî wiha axivî:“Êzidîtî dînê jiyandostî, mirovdostî û hevqebûlkirinê ye. Pirsgirêka wê bi ti dîn û baweriyên din re nîne. Êzidî gelekî dixwazin bi kesên li derdora xwe de bi di nava aştî û xweşiyê de bijîn. Ji ber vê jî heta ku te bivê ji aştî, aramî û seqamgîriyê hez dikin.”

Nêçîrvan Barzanî got, “DAIŞê xwestiye bi qirkirina Êzidiyan dijminahiyê bixe nav pêkhateyên Kurdistanê.”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact