Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 JUL 2025 00:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê gelekî baş xizmeta koçber û penaberan kiriye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, merasîma ragihandina rênmaya rêkxistina karûbarên penaxwazan li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî cudahiya olî, nijadî û neteweyî, mvandariya bi sedhezaran penaxwaz û penaberên ji welatên cîran û her weha kesên koçberên ji Iraqê kiriye. Bi taybetî di destpêka êrişên terorîstên DAIŞê de, bi hezaran kes koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Ev di demekê de bû ku em wê qonaxê, rûbirûyî rewşeke dijwar û kirîza darayî bûbûn. Lê tevî vê rewşa dijwar jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyariya sereke ya mêvandariya bi dehan kampên penaberan girt ser milê xwe û piraniya barê giran li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê maye.”

Herwiha got: “Îro jî Herêma Kurdistanê berdewam e di parastin û hewandina bi sedhezaran koçber û penaberan de, ku ji ber tirs û nebûna ewlekarî û aramiya navçeyên xwe reviyane Herêma Kurdistanê. Mixabin rewşa welat û herêmên wan hîna venegeriyaye rewşa asayî, ta ku ew vegerin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê wê kir, “Bêguman, ti kes hez nake ku di koçberiyê de bijî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim li gel wê yekê ye ku hemû penaber bi awayekî xwebexş vegerin, bi rêya asayîkirina rewşa navçeyên wan, da ku bi serbilindî vegerin malên xwe.”

Da zanîn jî, “Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) mijûlî amadekirin û dariştina rênmayên îdarî bû, li ser rewşa penaxwazan li Herêma Kurdistanê.”

Diyar kir jî: “Ev rênma, beşek ji bernameyên îdarî û yasayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo parastina mafên penaxwaz û penaberan û diyarkirina erkên wan e. Bi taybetî di warê rêkxistin û yekxistina rêkarên hatin û pêşwazîkirina penaxwazan û cîbicîkirina maf û erkên wan li Herêma Kurdistanê. ”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Destxweşî li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîma ku bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ev rênima amade kirine, dikim.”

Amaje bi wê jî kir: “Em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê dê her tim wek nimûneyeke geş a mêvanperweriyê û penageheke ewle bimîne, ji bo hemû kesên ku ji tirsa zilm, teror û çewisandinê serî li Herêma Kurdistanê didin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Me hewl da ku li gorî karîna dawrî û li ber destê me penaber, penaber û penaxwaz ji xizmetên giştî yên bingehîn ên wekî perwerdehî, lênihêrîna tenduristî, ewlehî û aramiyê sûd werbigirin. Em hêvîdar in ku hikûmeta federal û civaka navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir bo wan koçber û penaberan, heta dema ku rewşa navçeyên wan alîkar dibe ku bi daxwaza xwe û bi serbilindî vegere cihên xwe.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact