Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 22:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berdevkê PDKê: PDK dest bi amadekariyan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dest bi amadekariyên xwe ji bo piroseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike.

Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed îro Çarşema 26.06.2024 li ser diyarkirina dema nû ya piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ragihandinek belav kir.

Daxuyaniya berdevkê PDKê wiha ye:

“Di sala 2022yê de partiya me PDKê gelek hewlda ji bo berî temambûna dema yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê tevdîrên pêwîst ji bo helbijartinên dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê bên dest pê kirin, lê mixabin gelek astengî hatin avakirin. Ew astengî bi ziyanê proseya siyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê ve bi encam bûn û rengdaneke xirab li hember desthilat û mafên Herêma Kurdistanê li dû xwe anî. Piştî wê jî me hewlda ew pêşneyarên hebûn, ji bo parlamentoya hatî helbijartin bicîh bihêlin ji bo çareser bikin bi awayekî yasayî çareserî pêkbê, lê ji bo wê jî rêgirî hate kirin.

Ji bo wê jî roja 18.03.2024ê partiya me li gel diyarkirin û amaje pê kirina kêmasiyan û nedadperweriyên ku hebûn, çi mafên pêkhateyan heta pirsgirêkên pencemor û hewla bêbeşkirina sedan hezar kesan ji dengdanê, helwêstê xwe ji bo civaka tekoşer a Kurdistanê ragehand. Ev û gelek mijarên din ên peywendîdar bi tevdîrên proseya helbijartinê ve girêdayî, ku piştî wê helwêsta partiya me beşek ji wan têbinî û kêmasiyan hatin çareserkirin û beşek ji wan jî tên çareserkirin. Herçend hemû çareserî sedî sed nebûn jî, lê beşek ji mafan ji bo pêkhateyên Kurdistanê hatin vegerandin û mijarên din jî beşek ji wan hatine çareserkirin, ji bo wê jî piştî ragehandina dema helbijartinên dema şeşem ên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê birêz Serokê Herêma Kurdistanê ve, partiya me jî dest bi amadekariyên xwe yên ji bo proseya helbijartinên Parlamentoyê dike. Hêvîdarin helbijartineke demokratîk û paqij û şefaf birêve biçe, ku encamên wê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be.

Mehmûd Mihemed

Berdevkê PDKê

26.06.2024”




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact