Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 00:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Dr. Salar Osman behsa konfransa Amedê dike: Başûr hêzê dide parçeyên din ên Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Salar Osman dibêje, di vê qonaxê de pêdiviya me bi têgihiştineke nû û yekitiyeke zêdetir heye. Derbarê hilbijartinan li Herêma Kurdistanê jî got, PDK hertim piştevaniya hilbijartinên pak û azad kiriye û li dijî her destwerdanê ye, ji ber ku Serok Barzanî di sala 1991ê de yekem nerîn bo hilbijartinan û demokrasiyê pêşkêş kir.

Dr. Salar Osman, di daxuyaniyeke taybet de derbarê Konfransa Amedê, ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Di konferansa Amedê de sê panêl û çend gotar hatin pêşkêşkirin. Di hersê panêl de gelek kesayetiyên siyasî û akademisyen û serokhizib beşdar bûn. Mijara me jî bi navê (Projeya Herêma Kurdistanê û dûrkirina metirsiyan) bû. Di wê panêlê de, behsa Herêma Kurdistanê hat kirin, ku xwedî proje ye di warên aştî, avadankirin, jiyana hevbeş û çareserkirina hemû pirsgirêkan çi li hundir û çi jî li derve û bi cîranan re.”

Dr. Salar wiha got: “Di vê qonaxê de pêwîstiya me bi têgihiştinek nû ji bûyerên ku li navçeyê hene û pêwîstiya me bi yekrêziya zêdetir di navbera me de heye û divê em xwe ji hemû guhertinên ku li navçeyê diqewimin, amade bikin.”
Herwiha Dr. Salar Osman di konfransa Amedê de tekez kir ku PDK û bi taybetî jî cenabê Serok Barzanî dixwest di pirsa Referandumê de çareseriyeke bingehîn ji vê pirsê re bibîne, lê mixabin cîhan û Iraqê nikarîn maf û azadiyan wek çareserî bibînin, ji ber ku hem maf û azadî bû, hem jî çareserî bû.”

Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Salar Osman wiha got: “Piştî referandumê hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî Serok Barzanî, dema ku Serokê Herêma Kurdistanê bû, karîn rewşê aram bikin û têkoşîn û rêveberiya xwe berdewam bikin, ku ev rewatiya han jî ji dengê xelkê Kurdistanê hatiye. Niha jî em di karwanê aştî û çareseriyê de ne û em rijd in li ser wê helwêsta niştimanî ya ku rêbazê Barzanî em hîn kirine.”
Dr. Salar Osman wiha got: “Di konferansê de behsa hilbijartinan jî hat kirin. Me got ku PDK hertim alîgirê hilbijartin, hilbijartinên paqij û azad e, ku gel biryarder be û li dijî hemû destwerdanan e.”

Dr. Salar Osman her wiha bi bîr xist ku di bihara sala 1991ê de Serok Barzanî yekem nerîna hilbijartinan û demokrasiyê pêşkêş kir ji bo ku welat bi awayekî yasayî ava bike û bi sazî bike û PDK ev dîroka xweş aniye û bi rihekî demokratîk û ne bi nerîna gelên din berdewam dike.”

Herwiha got: “Xelkê Bakurê Kurdistanê û endamên konferansê ku beşdarî gotûbêjan bûn, gelekî dixwestin nas bikin ku li Herêma Kurdistanê çi diqewime, ji ber ku Herêma Kurdistanê hêzê didin parçeyên din ên Kurdistanê.”




Nûçeyên din

PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact