Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

DAIŞ ji bo aramiya Iraqê hîn metirsî ye
| KDP.info


Bexda-KDP.info– Berpirsekî serbazî ragihand, paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê hîn li nava Iraqê mane û metirsî ne li ser aramiya Iraqê.

Fermandar Adil Cebar Zengene Nûnerê Wezareta Pêşmerge di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş de li Bexdayê ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Hemû alî dizanin ku dawiya DAIŞê nehatiye û paşmayên wê li nava Iraqê mane, lê pir qels in. Lê dîsa jî metirsiya wan terorîstan li ser aramiya Iraqê maye, ku carnan dixwazin nîşan bidin ku bi dawî nebûne, lê şiyana wan nîne ku cih û navçeyan bigrin, tenê dikarin kiryarên terorîstî pêk bînin.”

Derbarê wan navçeyên ku terorîstên DAIŞê tê de xwe veşartine, wî berpirsê Wezareta Pêşmerge wiha got: “Li gelek deverên Iraqê paşmayên çekdarên DAIŞê hene, bi taybetî li navçeyên parêzgeha Selahedîn, derdora Bexda, Kerkûk û hin deverên din.”

Adil Cebar Zengene wiha got: “Bicîhkirina lîwayên hevbeş dê bandorê li ser sînordarkirina tevgera çekdarên DAIŞê bike, ji ber ku em niha lîwayên hevbeş li navçeyên ku valahî û metirsî lê hene bicîh dikin, lewra ew dê bibe sedemek sereke ji bo nemana derfetê ji wan terorîstan re.”
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact