Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 22 MAY 2025 21:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK çawa hizir dike?
| KDP.info


Xwendinek bo daxuyaniya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Salar Osman

Beşa Yekemîn

Di daxuyaniya dawî ya civîna berfireh a Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, mijarek heye - mijara pêncemîn - ji bo ragihandinê hatibû veqetandin, di vê mijarê de komek babet û pirs û mijarên giring û xalên geş hatine behskirin, ku rewangeha zelal a medyaya PDK nîşan dide, ku hemû dikarin, di serî de jî rojnamevanên PDKê, wan xal û mijaran bikin beşek ji rêbaz û nexşerêya karkirin û têgiheştinê.
Rewangehên sereke ev in:
1. Agahdariya welatiyan ji bûyeran.
2- Erkên niştimanî û netewî yên ragihandinê.
3- Hevpejirandin.
4- Mirovdostî.
5- Bihevrejiyan.
6. Pêşwaziya medyayê û kêşeyên derûnî yên wergir, wek mînak (kuştina xemgîniyê).
7. Meşandin ligel pêşkeftinên bilez
8. Xwemezinkirin û guhnedana bi mijarên biçûk.
9. Medya û dîrok û erkên çandî yên di navbera wan de
10. Zelalkirina meznahiya rêbaza Barzanî û PDK û karên çandî û medyayî yên vê serdemê.

Ev deh xal, 10 xalên giringên biwate û tije şax in, ji bo hemû kesên ku dixwazin bizanibin PDK çawa hizir dike, armancên wê çi ne û dixwaze bigihêje kuderê.

Ka em bi xala yekem destpê bikin:

1.Agahdariya welatiyan ji bûyeran:

PDK di wê baweriyê de ye ku bûyer parçeyek ji jiyanê ne, mirov di nava bûyeran de dijîn, di bûyeran de kar dikin û bûyer bandorê li mirovan dikin. Lewra karê sereke yê ragihandinê pêwîst şopandina bûyeran be, pirsa bûyeran, leziya bûyerê, pêwîst e bûyer bi pisporî were veguhestin. Ragihandina PDK bi dirêjahiya dîrokê, bi rastgoya veguhestina bûyeran tê naskirin. Hertim ragihandina PDK rastiyê dixe pêşiya leziyê. Ev yek jî îsbat dike ku PDK rastgo ye. Rastgoye bi dîrok, doz, niha, pêşeroj, welatî û pirsan. PDK naxwaze lezê bike û ziyanê bighîne kesî. Nerastgoyî ziyaneke mezin e û wek şewbê ye, ku veyrosê dide civak û kesên derdora xwe û derd û belayê dide wan. Nabe ragihandina PDK dûr be ji çi bûyerekê, û rastgoyî nêzîk be, ku xelk mifayê jê bibînin.

2- Erkên niştimanî û netewî yê ragihandinê:

PDK û medyaya xwe,

PDK û perwerdehiya wê ya siyasî hertim bi hinek derdoran re, çi hundir û çi derve, xwedî pirsgirêk bûye, ku Kurdistan û doza wê erk in bo mirovan, çi rojnamevan be, çi siyasetmedar, çi desthilatdar be, çi opozîsyon, çi cotkar be yan karker be. Divê erkên xwe bibînin, divê welat, netewe û doza xwe ya mezin bibînin. Sedem her çi be jî, nabe çavên xwe li erkên welat û netewe û pêşeroj û doza mezin bigrin. Welat û netewe û doz û erk di ser hertiştî re ne, ji xwe pirsgirêka sereke ya PDK ligel neyar û dijberan jî ew e, ku ew welat û netewe û ax û dozê di ser hertiştî re nabînin. PDK jî dixwaze di karê ragihandina xwe de, ku van erkan bixe nava perwerdeya netewî û niştimanî û bikeve nava pêvajoya avakirina pêşerojê.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî bi Ahmet Davutoğlu re civiya

THURSDAY, 22 MAY 2025 16:05:33

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 22.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Ahmet Davutoğlu Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê û şandeke pê re kir.

 
Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Senator Ted Budd re civiya

WEDNESDAY, 21 MAY 2025 21:05:19

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Gulana 2025an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytexta Amerîkayê, Washingtonê, bi Senatorê Amerîkî Ted Budd re civiya.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê re civiya

WEDNESDAY, 21 MAY 2025 15:05:28

Hewlêr-KDP.info: Nîvroya îro çarşem 21.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya General Kevin Lehî Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê kir.

 
Serok Barzanî ligel beşdarbûyên xula bîstema Peymangeha Pêgihandina Kadîran civiya

WEDNESDAY, 21 MAY 2025 14:05:19

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 21 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî ligel serpereştyar û xebatkarên birêvebirin û mamosta û kadîrên beşdarê li xula bîstem ya Peymangeha Pêgihandina Kadîrên Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Kongresman Adam Smith re dicive

WEDNESDAY, 21 MAY 2025 00:05:29

Hewlêr-KDP.info: Di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de, îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani li Waşintonê bi Kongresman Adam Smith re dicive û her du alî tekezê li ser girîngiya zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî di hemî waran de dikin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact