Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 10 FEB 2025 03:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê pêwendiyên dualî nirxandin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Îna 24.05.2024ê li bajarê Ebûdabî, ji aliyê Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke dostane de peywendiyên Îmarata Erebî ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin û her wiha li ser pêşhatên dawî yên li navçeyê danustandina bîr û ramanan kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di warên aborî, bazirganî û hevkariyên di warê enerjiyê de kirin û herwesa behsa derfet û warên sermayerazandin û veberhênana Îmaratî li Iraq û Herêma Kurdistanê û bi taybetî di warên jêrxan û projeyên geşepêdanê de gotûbêj kirin.

Di derbarê rewşa Rojhilata Navîn û encamên wê, herdu aliyan li ser girîngiya karkirina hevbeş û hevkariya hevbeş û gişt alî ya welatan ji bo parastina aştî û aramiyê û nehiştina berfirehbûba aloziyan de hevnerîn bûn.

Herdu serokan, herwiha peywendiyên Hewlêr û Bexdayê digel welatên cîran û navçeyê, guhertina av û hewayê û encamên wê û çendîn mijarên din yên cihê girîngiya her du aliyan bûn di civîna xwe da gotûbêjkirin.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêkanîna hikûmeta nû ya Libnanê pîroz dike

SUNDAY, 09 FEBRUARY 2025 10:02:44

Hewlêr-KDP.info: îro 9ê Sibatê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir “Ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya bi serokatiya Serokwezîr Newaf Selam pîrozbahiyê li Libnanê dikim.”

 
Mesrûr Barzanî û Xemîs Xancar: Divê destûr bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan

SATURDAY, 08 FEBRUARY 2025 16:02:41

Hewlêr-KDP.info: îro 8ê Sibatê Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li  Xemîs Xancar Serokê Hevbendiya Siyada kir.

Mesrûr Barzanî ji bo Moskoyê hat vexwandin

THURSDAY, 06 FEBRUARY 2025 19:02:16

Hewlêr-KDP.info  : Mesrûr Barzanî  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (pêncşem, 06.02.2025) pêşwaziya şandeke Rûsyayî bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov kir.

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dike

THURSDAY, 06 FEBRUARY 2025 14:02:25


Hewlêr-KDP.info: Îro 6.02.2025 Serok Mesûd Barzanî 31 saliya damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pîroz kir û ragihand, “Bi helkefta sîh û yekemîn salvegera ragihandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyê li birayê birêz Mamosta Selaheddîn Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û serkirdayetî û endam û alîgirên Yekgirtiya Îslamî dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim ”

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir

TUESDAY, 04 FEBRUARY 2025 20:02:27

Hewlêr-KDP.info: Îro 4.02.2025, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî(UNAMI),li Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact