Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 JUL 2025 00:49 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Leyla Qasim canek ji pola
| KDP.info


Esrîn Aasî Şiwanî


Jinên Kurd di dîroka berxwedaniya gelê Kurd de di têkoşîna siyasî, civakî û çandî de bêhempa bûne. Bi awayekî ku neyarên Kurdan rastî şermezariyê kirne, bi ezmûn û serpêhatiyên xwe. Lewma jina Kurd mînakek bû ku diçirisî li dijî dagîrker û dijminên serdest. Keçeke Kurd çûye nava pelên dîrokê yên tije qehremanî, ku wêrekî û azatiya wê keçka şoreşvan, ku hişt erşê Bexda ewqasî biheje û dijmin ji tirsa ta bigrin, bi awayekî ku werîsê qirka wê ji heyet û zulf û kesayetiya wê şerim bike. Tenê ji ber daxwaz û mafên gelê wê beriya 50 salî, dijminan xwendekar Leyla Qasim bidar vekirin û Leyla jî sirûdên şoreşgerî digot û peyva Kurdistan li stûyê xwe dikişand. Dijmin bi şehîdkirina Leyla Qasim bi hezaran Leyla xist nava riya rizgariya Kurdistanê. Wê keça mêrxas û aza û rewşenbîr hêvî xist nava xwîna bi hezaran kur û keçên vî welatî û şoreşa Kurd ji her demê zêdetir bi hêztir bû û dijmin dişkenand. Êdî dijmin rastî şermezariyê dibû û şoreşa Kurdistanê gav bi gav axa Kurdistanê ji pîsiya reş a dijminan paqij dikir.

Heta ku Kurd xwedî şûrekî wiha bin, bêguman ala Kurdistanê wê her bibiriqe, ji ber ku Leyla Qasim li Bexdayê û di dilê dijmin de bû mîna bombeyeke demkî, û sirûda Kurdistan digot û ber bi werîsê gerdena xwe diçû. Werîs dixistin gerdena Leyla, lê wê tirs û lerz dixist dilê dijmin. Ew stêrkek geş bû ku heya niha jî dijmin şiyar in ku miletek xwedî zarokên wisa mêrxas be, qet serê xwe ji dijminan re danaxe.

Şehîd Leyla Qasim tevî ku canê wê bi daliqandinê ber bi şehadetê ve çû, lê bû beyt, helbest û sirûda her kesekî li Kurdistanê, herwiha tirseke mezin xist dilê dijminan û ew yek piştrast kir ku miletek xwedî Leylayekî wisa be, lê bi hezaran Leyla li pey xwe bihêle, û miletek tevî zordarî û astengiyên dijmin, dê karwanê wî her bighê cihê xwe û şermezarî jî her para dijminan e, lewma di vê rojê de û di asta meznahiya şehîda herdem sax a riya rizgariya Kurd û Kurdistan û rêbaza Barzan, serê xwe bo canê şehîd Leyla Qasim û tevahiya şehîdên riya rizgariya Kurdistanê ditewînim.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact