Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 12 JUN 2025 16:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: Hemza Begê Miksî
| KDP.info


Konê Reş

Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re derbas bû. Werin em wî bibîr bînin.. Ku ez û te wî bibîr neynin ma wê kî wî bibîr bîne?! Di baweriya min de, yê ku li kevnê xwe nepirse û di ser guhan re bavêje, zor e ku karibe tiştekî nû û çak ji civaka xwe re pêşkêş bike.. Em lehengên xwe jibîr nakin..


Di destpêka sala 1918an de Hemza Beg Miksî û Memdûh Selîm Wanlî li Stenbolê yekemîn rojnameya Kurd/ Tirkî bi navê (JÎN), weşandine.. Di destpêka çerxa 20an de, ew yek ji pêşengên rewşenîrên kurdan bû li Stenbolê.. Di sala 1946an de rêveberiya yekemîn dibistana fermî di parêzgeha Hesekî de kiriye.. Roja îro gora wî li gundê Dugirê, nêzîkî Qamişlo ye.. Dema ku di roja 05/04/1958an de koça dawî kir, helbestvanê mezin (Hejarê Mukiryanî), yê ku wê salê wek penaber li Tirbespiyê bû, ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsandiye:


Mamoste Hemza Beg!

Rehberê fidakar!

Pir kes ji xew te kirine hişyar

Raze bi xoşî bes menale

Peyman elê me ew hewale

Rojî ku welat bijî bibînim

Ez mijde bi xo bo te bînim.


Min bihîst ku dostaniya wî û mamoste Enîs Hina Midêwayî/ 1926, xwediyê yekemîn pirtûkxaneyê li Qamişlo bi hev re hebû, ji bo bêtir pêzanînan li dor vê yekê, min xwe bi mamoste Enîs Hina ve gîhand û çend pirs li dor Hemza Begê Miksî jê kirin.


Wî ji min re wiha got: (Hemza Beg dostê bavê min bû, hêj li Antakyayê an Hatayê bûn hev nas dikirin.. Min jî di rêka bavê xwe re, ew naskir û dostaniya me bi hev re dirêj kir ta ku çû rehmetê.. Di sala 1946an de, dema ku Sûriyê serxwebûna xwe ji Fransiyan stand, hingê Wezareta Mearifa li Şamê, Mifetişiyek Mearifa li parêzgeha Hesekê di bin çavdêriya Memdûh Selîm Wanlî de vekir.. Ew yekemîn car bû di dîroka parêzgehê de ku tiştekî wiha ji bo ilm û zanînê li Cizîrê vedibe.. Hingî Memdûh Selîm ji bo wan kesên ku qonaxa seretayî bi dawî anîne, dibistanek amadeyî li Hesekê, di bin rêveberiya Hemza Begê Miksî de vekir, anku Hemza Beg rêveberê yekemîn dibistana fermî bû di parêzgeha Hesekê de û Memdûh Selîm Wanlî Mifetişê Mearifê bû di parêzgeha Hesekê de).

Gazinek ji tevgera siyasî û rewşenbî; ta niha min nebihîstiye kesî ji wan serdana gora vî lehengê kurd kiriye..! Tevî ku gora wî li gundê Dugirê ye, di bin guhê wan de ye..! Bi tenê Ji berî çend salan ve partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), gora Hemza Beg restore kiriye.. Ez jî, ji dil pasiya wan dikim û di serê wan de nivîskar Newaf Bişar Abdullah.

 




Nûçeyên din

Hevserokê DEM Partiyê pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir

FRIDAY, 06 JUNE 2025 18:06:44

Hewlêr-KDP.info: Îro în, 06.06.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo cejna pîroz a Qurbanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Tuncer Bakırhan, Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî)yê ve, wergirt.

Peyama Serok Barzanî ya cejna pîroza Qurbanê

THURSDAY, 05 JUNE 2025 22:06:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzani bi boneya Cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê weşand û got: "Ez pîrozbahiyên xwe yên germ li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya cejna pîroz a Qurbanê

THURSDAY, 05 JUNE 2025 22:06:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê bi hatina cejna Qurbanê ya Pîroz peyamek balav kir û ragehand: “Em hêvîdar in ku ev helkefta pîroz, bibe derfetek nû ji bo serdestkirina zimanê lojîkê”.

Mesrûr Barzani bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir

THURSDAY, 05 JUNE 2025 22:06:00

Hewlêr-KDP.info:Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi hatina cejna Qurbanê ya Pîroz peyamek balav kir û ragehand: “Em ê hemû hewlekê bidin da ku vê rewşê derbas bikin û vê zilmê li ser fermanberên mûçexwar ên Herêma Kurdistanê rakin.”

Serokê Hikûmetê pêşwaziya nivîskar Fuad Mecîd Mîsrî kir

TUESDAY, 03 JUNE 2025 19:06:52

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê Mesrûr Barzanî , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîskar û rewşenbîr Fuad Mecîd Misrî civîya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact