Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 23:34 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serbest Lezgîn: Hevkarî dê bi ziyanpêketiyên şewata bazara Dihokê re bê kirin
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Berpirsê Buroya Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê ragihand, ewê bi hemû saziyên hikûmet û hizbî re alîkariya ziyanpêketiyên şewata Dihokê bikin.

Endamê Polîrburoya PDKê û Berpirsê Buroya Rêkxistina PDKê li Dihokê Serbest Lezgîn îro di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “mixabin şewata li bazara Çelê ya Dihokê ziyanên wê yên madî gelek in, lê bi cihê dilxweşiyê ye ku ti ziyanên canî çênebûne.”

Serbest Lezgîn got: “Emê bi hemû saziyên hikûmetî û hizbî ve alîkariya wan bikin, ji ber ku êş û karesata wan ya me ye, ti cudahiya me nîne. Hemû welatiyên me ne, lewma em bi erkê xwe dibînin ku em alîkariya ziyanpêketiyan bikin.”

Îro danê sibê li navenda bajarê Dihokê agir bi hejmarek dukanên bazara Çelê ket. Agir piştî çend demjimêran bi hewldana zêdetirî 30 tîmên Berevaniya Şaristanî hat kontrolkirin, bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin, tenê 11 endamên tîmên agirkujê ji ber dûmanê tûşî bihntengiyê bûne û hatine dermankirin.

 




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact