Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:49 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 20ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyoza Amerîkayê pîrozbahiya newrozê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir. Her wiha ji bilî balkişandina li ser rewṣa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî, dilgiraniya xwe û welatê xwe ya li ser pêşhatên sîyasî derbirî û daxwaz jî kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê rola xwe bibîne û li gel aliyên din pêkve kêşe û dilgiranî û têbîniyên pêwîst bi hilbijartinên herêmê çareser bikin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser sedemên derçûna beyannameya Partiya Demokrata Kurdistanê û ewê ji bo şanda mîhvan rûnkir ku her li destpêka salên nohtî yên sedsala derbasbûyî PDK destpêşxerê birêveçûna hilbijartinê buye û xwe li sala 1991 daxwaz kir ku pêwîste şer'iyeta şoreşgerî cihê xwe bide şer'iyeta destûrî û hilbijartin bêne kirin. Partî herdem li gel encamdana hilbijartinê buye tirs li hilbijartinê nîne belku têbînî li ser awayê hilbijartin û metirsiya têkdana bingehên pêkvejiyanê û nehiştina beşdariya pêkhatan li jiyana siyasî da heye.

Serok Barzanî ewe jî xisterû ku bi hêcetên cûr bi cûr dû sal hilbijartinê paṣxist, destê namo û derekî xistine nav vê babetê û biha û pêgeha herêmê kêm kirine. Her wiha bi aweyekî ne desturî û ne yasayî biryar û yasayên Herêma Kurdistanê gûherî û sitemêkî mezin li pêkhatan û hemû xelkê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî ewe jî dûpat kir ku PDK boykota hilbijartinan nekiriye belku li gel hilbijartinêkî pak û bê asteng û şefaf û cihê piṣtrastiyê û dûrî destêwerdana derekî û bernameya pêşwext ku têda dengder ji mafê dengdanê neyên bêbeş kirin û proseya demokrasiyê neyê bê biha kirin û yasayên herêmê neyên binpêkirin. Li dirêjehiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da û wê yekê xisterû ku rêkeftinêkî rûn û hemû aliyane li gel çarçêweya hemahengiyê li jêr navê hevpeymaniya dewletê heye ku mixabin hîç yek ji xalên girîngên wan rêkeftinameyê nehatine bi cîh kirin. Rêkeftin bi navê ewe bû ku aramî pêkbê û xelk bigihe xweṣguzeranî û bingehên şeraketê û tewazun û tewafuq bêne bi cîh kirin, lê belê hîç yek ji van nehatine kirin.

Serok Barzanî tekez kir ku li ṣêwîrîn û hemahengiya berdewam da dibin ji bo çareserkirina kêşeyan û nehiştina dilgiraniyan.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact