Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 14 JAN 2025 06:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî 71 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê pîroz kir û got: “Pêwîste her du rêxistin di vê qonaxê de di asta hêviyên civakê û doza rewa ya gelê xwe de bin.”

Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Sibatê peyamek belav kir û tê de got: “Bi boneya 71 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî ciwan û xwendekarên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.”

Serok Barzanî dibêje: “Xwendevan û ciwanên Kurdistanê ji destpêka şoreşa Îlonê ve heta niha bûne navenda perwerdekirina kurên dilsoz, têkoşer û rêberên jêhatî û hertim enerjîyek nû dane tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û di vê rêyê de qurbanî dane.”

Amaje bi wê jî kir: “Hem Yekîtiya Xwendekaran û hem jî Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê pêwîste di asta hêviyên civakê û doza rewa ya gelê xwe de bin. Xwendevan û ciwan her tim hêviya gelê Kurd in û pêwîste di xebat û têkoşîna xwe de, pabendî nirxên bilind ên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bin û bi çekên zanist û hişyariyê xizmeta armancên bilind ên gelê Kurdistanê û pêgehandina ciwan û lawên hişyar û bixwebawer bikin.”

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

MONDAY, 13 JANUARY 2025 17:01:53

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa hevnêrîn bûn li ser giringiya pabendbûna bi destûrê ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyên Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî û Ebadî li Bexdayê civiyan

MONDAY, 13 JANUARY 2025 17:01:26

Bexda-KDP.info- Îro Duşema 13.01.2025ê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nasir re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îraqê pêşhatên naçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 13 JANUARY 2025 17:01:02

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd re civiya û herdû aliyan pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Dadgeha Bilind a Federalî civiyan

MONDAY, 13 JANUARY 2025 17:01:18

Bexda-KDP.info- Îro Duşema 13.01.2025ê li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Casim Mihemed Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlementoya Iraqê guhertinên li Sûriyê gotûbêj kirin

MONDAY, 13 JANUARY 2025 17:01:35

Bexda-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, îro Duşema 13.01.2025ê, bi Mehmûd Meşhedanî Serokê Parlementoya Iraqê re civiya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact