Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 03:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat ên Kurdistanê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, pîrozbahî li Sekreter, Buroya Sekreteriyetê û hemû endamên her du yekîtiyan kir.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî peyamek di bîranîna 71 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de belav kir û tê de hat: “Pîrozbahiyek germ arasteyî Sekreter, Buroya Sekreteriyetê û hemû endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin, pêşkeftina zêdetir û pêşengbûnê ji wan re dixwazim.”

Di peyamê de hat: “Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê roleke wan a girîng û dîrokeke wan a geş di bidestxistin û parastina mafên xwendekar û ciwanan, pêşxistina hizra niştimanperwerî, bilindkirina şiyan û asta zanistî ya xwendekar û ciwanên Kurdistanê û parastina destkeftên neteweyî de hene.”

Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im ku her du yekîtî di kar û amadekariyên bestina kongreyê de serkeftî bin û di jêr serkirdayetiyek nû û bihêz de, guhertinên rîşeyî û nûjen di riya tekoşîna rêxistinî ya Yekîtiya Xwendekaran û Lawên Demokrat ên Kurdistanê de bikin û ber bi qonaxeke pêşdetir ve bibin, bi awayekî ku di asta pêşkeftin û guhertinên niha yên Kurdistanê û cîhanê de bin û bi giyaneke dahênerane berdewam bin di pêşdebirina şiyanên xwendekar û ciwanên Kurdistanê de, bi sûdwergirtin ji pêşketinên serdemê, ji bo bikarin bi baştirîn şêwe xizmeta welatê xwe bikin.”

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de nivîsî: “Salvegera 18ê Sibatê pîroz be û her serkeftî bin.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact