Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 JUL 2024 12:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurd xwedî daxwazeke rewa ye ku çarenivîsa xwe diyar bike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetaan li Dubey gotarekê pêşkêşî serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 12.02.2024 li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey gotareka giring pêşkêş kir û peyamek arasteyî hemî serkirdeyên cîhanê kir û ragehand, “Kurdan daxwazeka rewa ji bo mafê xwe yê çarenivîsê heye”.

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Rêzdar Şêx Mihemed Bin Zaîd

Rêzdar Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm

Rêzdar.. Rêkxistinkerên Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan

Mêvanên hêja… roja we hemiyan baş be

Ez dilxweş im ku îro li destpêka vê civîna hizirmend û serkirdeyên cîhanî ji we re diaxivim. Ev çalakî hevnerînan dicivîne, ew kesên ku li ser baştirkirina civakê û mirovatiyê pabend in. Bi rêkxistin û civandina baştirînan, ev derfetek e ji bo lihevguhertina hiziran, di peydakirina aso û rêyên nû de ji bo ku em şiyanên xwe biceribînin û baştir bin. Ev jî qebxwaziyek e û divê em hemî li ber çav werbigirin.

Ez îro wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê ji we re diaxivim. Ew herêma ku bi dirêjahiya du dehsalên borî kariye xwe di nav bermayîkên Îraqa berê de rêk bixe. Ez wekî kesekî ji we re diaxivim ku mil bi milê xwediyên biryaran ên devera me ya xweşevî rawestiyame û em pêkve berhingarî gelek qebxwaziyan bûne.

Em hemî bi rengekî ji rengan fêr bûn ku li ber sîbera alozî û girjiyan û gelek ji wan qeyranan bijîn, ku bi kêmî ve bi dirêjahiya çend dehsalên borî pêdivîtî bi birêvebirineka hekîmane hebû.

Şer, eşqîbûn, sextî û nebûna seqamgiriya aborî, bi mixabinî ve bûne pareka pêkhata me, nabe ku em poşmanî wê xerciyê bibin a ku ji verêja wan qebxwaziyan li ser astê geşepêdana civakî û aborî berhingarî me bû.

Lê di danûstandinên min û xwediyên biryaran ên Rojhilata Navîn û derve de, ez bi hebûna xwastekekê ji bo rizgarbûna ji nexweşiyên me yên hevpar ên dema borî hesiyam.

Li sernaserî devera me xwastek û îradeyek ji bo pêşkeftinê heye, eşkere jî bûye. Guhertin ne tenê pêdivî ne, belkî zerûreteka vebir in jî. Çi li ser astê kitekesan an jî li ser astê civakê, çavê gelên cîhanê li wê yekê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Mafê çarenivîsê palderekê serekî ye ji bo xwezaya mirovan, pêdivîtiya me bi dabînkirina jîngehekê heye ku welatî bikarin tê de bi asodeyî bijîn.

Bi dîtina min, li vê derê çar pêngav ji bo wê pêşkeftinê hene ya ku em hemî bizavê jê re dikin, ew jî ev in: seqamgiriya siyasî, ewlehî, pêşkeftina aborî û berhingarbûna guhertinên jîngehê. Ev çend pirsên aloz in, lê pêdivîtiya çarekirina wan jî bi rêbazên girêdayî her yek ji wan heye.

Goman tê de nîne ku hejmareka mijarên ciyosiyasî li devera me ji bo demeka dûr û dirêj li nav sebeta arêşeyan hat danan, lê em çima piştguh bixin? Hebûna wêrekiyê ji bo biryardanê di dema hebûna arêşeyan de pêngava yekê ye ber bi çarekirina arêşeyê bi xwe ve.

Ew qeyrana em li Filistînê dibînin ji bo gelek ji me heta radeyekî cihê nîgeraniyê ye. zirarên wê yên mirovatî li ser welatiyên sivîl gelek giran in. Eger berî 80 salan serederî bi mafên bingehîn ên Filistîniyan re hatiba kirin an jî li wan dehsalên di dû re hatine, hingê derfeta rûdana van nexweşiyên em niha dibînin kêmtir dibû, lê li şûna vê yekê, ew pirs hat piştguhxistin û aloztir bû, di demekê de ku xwediyên berjewendiyan ew valahî wekî derfetekê ji bo ecêndaya xwe bi kar anî.

Em dikarin eynî pênaseyê ji bo gelê Kurd jî bikin. Me jî daxwazeka rewa heye ji bo biryardanê li ser mafê çarenivîsê. Dost û hevpeymanên me itîraf bi wî mafî kiriye, lê di eynî demê de ji me re dibêjin, zerûretên siyasî astengan dixin di rêya arîkariyên wan de û rêyê li dadperweriya dîrokî digirin.

Daxwaz ji me tê kirin ku em vê nedadperweriyê bipejirînin, di demekê de ku ew nedadperwerî bûye xwarinek ji bo newekheviyê, hejariyê, gendeliyê û neseqamgiriya siyasî. Ji bo ku welatî û civak û aliyên dî yên civakê bi vî rengî dilsoziya xwe ji wan re diyar bikin, pêdivî ye hest bikin ku pareka dadperweriya xwezayî bi dest xistiye. Divê rê pê bê dan ku li dû şertên xwe yên taybet nexşeyê paşeroja xwe bikêşin. Nabe ku çi kesek ji rêzgirtina li mafên neteweyan bitirse, an jî wekî rewşa me ji mafên gelan bitirse. Rêzgrtina li wan mafan seqamgiriyê bihêz dike û pêşveçûnê peyda dike.

Li ser astê ewlehiyê, pêdivîtiya me bi bizavên zêdetir e ji bo çarekirina ewlehiya me ya giştî. Arîkariya me ya herêmî ji bo şkandina DAIŞê mênakek e ji bo ku feyde jê bê wergirtin ku çawa armancên xwe bi dest bixin û çawa aqildar dikarin mil bi milê hev rabiwestin.

Li gel zêdetirbûna girjiyan li Xezze, Îraq, Sûriye û Deryaya Sor, bizav bûne pêdivîtiyeka vebir ji bo ku pilaneka nû ji bo parastina berjewendiyên niştîmanî û herêmî û cîhanî bê danan.

Divê em berhingarî wan bibin ên ku gefan li cîranên xwe dikin û ji bo berjewendiyên xwe bizavê ji bo şerî dikin. Divê ew wekî berpirs bên nasandin. Nabe ku civaka navdewletî li bernaberî çavkaniyên gefan nerm be, xwe eger ew gef li gel berjewendiyên taybet jî dijyek bin.

Li ser astê herêmî jî, em ji ber helwestên xwe baceka gelek giran didin. Niha dever berhingarî awayekê cuda yê qeyranan bûye. divê em hemî bi hev re ji bo parastina ewlehî û seqamgiriya herêmî kar bikin. Em bê behane hatine armanckirin. Divê ev şerxwazî bê rawestandin. Wekî ku min pêştir jî gotiye, li vê derê û li paytextên dî jî, Kurdistan qet li ser çi kesekî nebûye gef. Em fakterê aştiyê û seqamgiriyê ne. Em dixwazin reftara herêmî li ser bingeha rêz û berjewendiyên hevpar be.

Em pêşbîniya piştevaniyê dikin û pêdivîtiya me bi karên hevpar heye, ji bo berhingarbûna gefên ewlehiyê yên metirsîdar ku mimkin e hemî destkeftiyên me nehêle.

Bila ev demeke dîrokî be, serkirde tê de bikarin bi rêya wê li hemî cihanê sinorekî jê re dabinin. Pêdivîtiya me bi çareyeka herdemî ji bo arêşeyên eşkere heye.




Nûçeyên din

Hewlên Kurdistanê ji bo jîngehê ketine ser nexşeya cîhanê

THURSDAY, 25 JULY 2024 21:07:13

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq behsa gringiya beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Konferansa COP29 dike û dibêje, beşdariya wan di konfranseke wisa giring de xwedî peyameke giring e, ku ew jî ji ber guhdana Kurdistanê ye bi mijara jîngehê.

Fazil Mîranî û Konsulê Brîtanya: Peywendiyên me dîrokî û serkeftî ne

TUESDAY, 23 JULY 2024 19:07:03

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanya de wek dîrokî û serkeftî hatin binavkirin.

Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê li Azerbaycanê hat vexwandin

TUESDAY, 23 JULY 2024 11:07:44

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê parve kiriye, ku wî pêşwaziya Balyozê Azerbaycanê Nasir Mamadov li Iraqê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bo Azerbaycanê hat vexwendin

MONDAY, 22 JULY 2024 18:07:30

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna Konferansa Guherîna Keşhewayê ya Neteweyên Yekgirtî li Bakuyê, Paytexta Azerbaycanê, hat vexwendin.

"Serok Barzanî bi xwe serperiştiya eniyên şer li Xwakurkê dikir"

SUNDAY, 21 JULY 2024 12:07:07

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge û beşdarê şerê Xwakurkê sala 1988ê, Lîwa Mûsa Gerdî dibêje; Dastana Xwakurkê bi xwe serkeftinek mezin bû, Serok Barzanî ji aliyê siyasî û leşkerî ve serperiştiya wê dastanê dikir û her roj li meydana şer bû, ji ber ku hemû hêzên beşdar yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûn.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact