Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistana di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê re civiya û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.01.2024an li bajarê Davosê bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al-Sanî civiya.
Di civînê de, rewşa dawî ya giştî ya Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî, veberhênan û hatina veberhênerên Qeterî bo Herêma Kurdistanê kirin û ji bo vê yekê jî biryar e şandeke veberhêner û karsazên Qeterî serdana Herêma Kurdistanê bike.