Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 JUL 2024 13:29 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Grûpên Iraqê berdewam bin li ser êrîşên li ser Amerîka, dê Iraq rastî şerekî mezin bibe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Cîgirê berê yê serokê parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad behsa êrîşên bi dironan li dijî Amerîka li Iraqê dike û di wê baweriyê de ye ku nabe xaka Iraqê ji bo yekalîkirina şerê li navçeyê were bikaranîn, ku ev yek dê bibe sedema şerê navxweyî li Iraqê.


Dr. Beşîr Hedad ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê re got: "Tişta ku li Iraqê diqewime şerê dewletan e li nav xaka Iraqê. Nabe Iraq bibe ajanê vî şerî. Ew dewlet demeke dirêj e ku şerê hev dikin û niha xaka Iraqê bikar tînin. Ji ber vê yekê jî, piştî şerê Xezzayê curek ji nearamiyê heye. Li navçeyê bi taybet li Iraqê şerên dironan heye û ev şer ti pêwendiya wê bi Iraqê re nîne û nabe qada Iraqê ji bo çareserkirina vî şerî were bikaranîn. Tiştê metirsîdar ew e ku grûpên curbicur dixwazin armanca vî şerî biguherînin ji bo Herêma Kurdistanê û ew kom ketine nav şerekî bi wekalet û Iraq ber bi xirabiyê ve diçe. Ev kom dixwazin Amerîka ji Iraqê derkeve, lê eşkere ye ku vekişîna Amerîka zehmet e, lewra eger ev yek bidome dê encam bibe, dê Iraq bikeve nav şerekî bixwîn de.”

Hedad wiha jî got: "Mijara vekişîna Amerîkayê ji Iraqê ti pêwendiya xwe bi parlamentoyê re tine, nexwe di sala 2019an de, Parlamentoyê biryar da ku hêzên biyanî ji Iraqê vekişin, lê ev yek pêk nehat, lewma niha ev îmzeyên wan kom dikin da ku Amerîka derkeve ji nava Iraqê, bêfeyde ye, ev mijar girêdayî hikûmetê ye ji ber ku hebûna hêzên biyanî li ser xaka Iraqê bi rêkeftina siyasî ya wan hêzan ve girêdayî ye ku berê bi Amerîkayê re hatibû kirin, eger hikûmet biryara vekişandina hêzên biyanî ji Iraqê da, dê rewşa Iraqê bi temamî têk biçe û ji kontrolê derkeve.”

 

 

 

 




Nûçeyên din

Hewlên Kurdistanê ji bo jîngehê ketine ser nexşeya cîhanê

THURSDAY, 25 JULY 2024 21:07:13

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq behsa gringiya beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Konferansa COP29 dike û dibêje, beşdariya wan di konfranseke wisa giring de xwedî peyameke giring e, ku ew jî ji ber guhdana Kurdistanê ye bi mijara jîngehê.

Fazil Mîranî û Konsulê Brîtanya: Peywendiyên me dîrokî û serkeftî ne

TUESDAY, 23 JULY 2024 19:07:03

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanya de wek dîrokî û serkeftî hatin binavkirin.

Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê li Azerbaycanê hat vexwandin

TUESDAY, 23 JULY 2024 11:07:44

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê parve kiriye, ku wî pêşwaziya Balyozê Azerbaycanê Nasir Mamadov li Iraqê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bo Azerbaycanê hat vexwendin

MONDAY, 22 JULY 2024 18:07:30

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna Konferansa Guherîna Keşhewayê ya Neteweyên Yekgirtî li Bakuyê, Paytexta Azerbaycanê, hat vexwendin.

"Serok Barzanî bi xwe serperiştiya eniyên şer li Xwakurkê dikir"

SUNDAY, 21 JULY 2024 12:07:07

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge û beşdarê şerê Xwakurkê sala 1988ê, Lîwa Mûsa Gerdî dibêje; Dastana Xwakurkê bi xwe serkeftinek mezin bû, Serok Barzanî ji aliyê siyasî û leşkerî ve serperiştiya wê dastanê dikir û her roj li meydana şer bû, ji ber ku hemû hêzên beşdar yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûn.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact