Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 19 FEB 2026 01:31 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Konsulê Fransayê: Herêma Kurdistanê li cem me xwedî pêgeheke girîng û taybet e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 29ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brêm kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî diyar kir.

Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê jî amaje da ku Herêma Kurdistanê pêgeheke giring û taybet li nik Serokê Fransayê û xelkê Fransayê bi gistî heye, herwesa dilxwaziya welatê xwe jî ji bo berdewamiya peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.

Danûstandinên li ser dawî pêşhat û guhertinên Iraq û deverê jî pareke din a wê hevdîtinê bû.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî Pêşwaziya Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Kir

WEDNESDAY, 18 FEBRUARY 2026 18:02:11

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê, 18ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Joshûa Harris, berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.

Peyama Serok Barzanî ji bo Bîranîna 73 Salî ya Damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanê

WEDNESDAY, 18 FEBRUARY 2026 12:02:10

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand. Serok Barzanî di peyama xwe de, rola dîrokî ya van her du rêxistinan di xebata rizgariya Kurdistanê de bilind nirxand.

 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina meha Remezana pîroz

TUESDAY, 17 FEBRUARY 2026 22:02:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand: Bila em vê helkefta olî ji bo mezinkirina canê lêborîn, tebayî û pêkvejiyanê bikin derfetek.

 

Peyama Serok Barzanî bi boneya hatina meha Remezana pîroz

TUESDAY, 17 FEBRUARY 2026 21:02:58

Hewlêr-KDP.info:  Serok Barzanî bi germî meha Remezanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û got: Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku rojî, nimêj û duayên tevan qebûl bike û ev meha pîroz xêr û bereket û aramiyê ji bo hemî aliyan bi cih bîne.

 

Mesrûr Barzanî meha Remezanê li Mislimanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike

TUESDAY, 17 FEBRUARY 2026 21:02:56

Hewlêr-KDP.info:  îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) Mesrûr Barzanî , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek parve kir û tê de got: Bi helkefta hatina meha Remezanê ya pîroz, ez pîrozbahiyê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact