Kerkûk-KDP.info- Bi amadebûna serokê encumena serkirdayetiya Kerkûkê Germian ya PDKê, hin endamên polîtbîro û komîteya navendî yên PDKê û kesayetiyên bajarê Kerkûkê, baregeha liqa sêyem a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi Ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê hat vekirin.
Di merasîmê de malbatên şehîdên 2ê Îlonê, malatên Pêşmerge, kesayetî, netew û bawermendên olên cuda amade bûn. Herwiha pêşwazî li xelkê PDKê hat kirin.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi 30 berbijêran û lîsta hejmare 197 beşdarî hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê kiriye ku biryar e di 18ê Kanûna 2013an de were kirin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê beşdarî di Kongreya Pizîşkan a Mezopotamya de kir û got: “Yek herêm, yek parleman, yek hikûmet, yek hêza Pêşmerge.”
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê mijareke giring bû, ji ber ku rewatî da çavkaniya deshilatê li Herêmê. Got jî, serkeftiyê mezin yê vê hilbijartinê, gelê Herêma Kurdistanê bû.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 30ê Cotmehê pêşwazî li şandeke Almanî ya bi serokatiya Wezîra Dewletê di Wezareta Berevaniya Almanyayê de Simti Mueller kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê de hat kirin.
Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Janet Alberda Balyoza nû ya Holanda li Iraqê kir û wê hevdîtinê de pêşxistina peywendiyan hat gotûbêjkirin.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.