Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 10:31 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û serokwezîrê berê yê Brîtanyayê civiyan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê Boris Johnson kir ku ji bo tevlîbûna Gera Çarê ya Kerbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Îro Duşema 20ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê Boris Johnson re civiya.

Di wê civînê de, dîtin û nerîn li ser pêşhat û guhertinên rewşa giştî ya Îraqê û deverê û berdewamîdana bi peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê li hev hatin guhertin.

Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê amaje da wê yekê ku Herêma Kurdistanê gelek qurbanî di rêya mafên xwe de dane û divê civaka navdewletî piştevaniya mafên xelkê Kurdistanê bike.

Boris Johnson herwesa got, Herêma Kurdistanê herdem cihekî taybet li nik min heye û ez dê li ser piştevaniya we berdewam bibim.

Herwesa Serokwezîrê Pêştir ê Brîtanyayê pêdivîtiya hebûna geştên balafiran ên rasterast di navbera Hewlêr û Londonê de tekez kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir ji ber piştevaniya wê ya berdewam ji bo Herêma Kurdistanê, herwesa bal kişand ser guhertinên Iraqê û deverê û tekez li ser giringiya parastina mafên gelê Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir, ji bo seqamgirbûna aştiyê û ewlehiyê li Îraqê û deverê




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact