Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, “Rewşa Iraq û deverê têk çûye û pêşbîniya hejîneke mezin tê kirin
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro Pêncşema 16.11.2023, li ser rûdanên dawiyê yên li Iraq û navçeyê daxuyaniyek belav kir.
Mehmûd Mihemed dibêje: “Rewşa Iraq û deverê bi awayekî aloz bûye ku tê pêşbîniya hejîneke mezin tê kirin, di vê rewşê de berpirsyarî mezin li ser milê hemû hêz û aliyên iraqî bi giştî û aliyên pêkhênerên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi taybetî ye ku rewşê ji nêzîk ve binirxînin, bi taybetî jî bûyera biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya Iraqê ya li ser dûrxistina Serokê Parlamentoyê ku aloziyan zêdetir û kûrtir dike.
Dûrxistina Helbûsî di demekê de ye ku tê çaverêkirin nakokî û pirsgirêkên heyî bên çareserkirin, ne ku zêdetir pirsgirêk bên berhevkirin, bi awayekî ku aştiya civakî û aramiyê bixe metirsiyê.
Partiya me bi nîgeranî li pêşhatên siyasî yên dawî dinêre, ji ber wê jî em pêwîst dibînin ku rewşa Iraqê di warê siyasî, ewlekarî, aborî û egerên çaverênekirî yên navçeyê de, li ber çavan bê girtin û bi berpirsyarane gav ji bo rêkxistina rewşê di çarçoveya destûra herdemî de, cîbicîkirina made, xal û pirensîpên Peymana Hevpeymaniya Birêveberiya Dewletê û bernameya Hikûmeta Federal, bi taybetî jî bendên girêdayî Encûmena Federal û Dadgeha Federalî, bêne avêtin.
Divê em vegerin ser prensîpên avakirina Iraqeke nû (hevparî, lihevkirin, hevsengî) û serweriya destûrê bê çespandin, ku tenê garantiya pêkvejiyanê, aramî û yekrêziya Iraqê ye.”