Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya salvegera avakirina Silêmaniyê peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Ez bi boneya salvegera 239an a avakirina paytexta rewşenbîriya Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê yê ezîz, xelkê bajarê xebat û qurbanîdayînê ji dil û can pîroz dikim.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser girîngiya Silêmaniyê û pê de çû: “Silêmanî tim bajarekî zîndî bû. Di azadî, serfirazî, qurbanîdayîn û xebata gelê me de rol û pêgeheke wê ya bibandor çêbûye. Ji bo Silêmanî û hemû bajarên din ên Kurdistanê hêviya serkeftin û pêşketina berdewam dikim.”