Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 10:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî Saziya Navdewletî ya Darayî û Desteya veberhênanê rêkeftinek îmze kirin
| KDP.info


Hewlê-KDP.info- Bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, rêkeftina hevkariyê di navbera Saziya Navdewletî ya Darayî û Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 13ê Îlona 2023an pêşwazî li şandeke Saziya Darayî ya Navdewletî bi serokatiya Rêvebirê Herêmî yê wê saziyê Xawace Eftab Ehmed kir.

Di civînê de, guftûgo li ser pêşxistina hevahengî û projeyên hevbeş di navbera Saziya Navdewletî ya Darayî ku endama Banka Navdewletî ye û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hate kirin.

Piştre jî di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, di navbera Saziya Navdewletî ya Darayî û Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêkeftineke hevkariyê hat îmzekirin.

Wek di di daxuyaniyê de hatiye, ev rêkeftin ji bo cîbicîkirina projeyekî çar salî ye ku derfetê peyda dike ji bo veberhênana sektora taybet li Herêma Kurdistanê zêde bibe, bi taybetî di warên çandinî, pîşesazî, navçeyên taybet ên aborî û enerjiya nûbûyî de.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact