Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 28 SEP 2023 14:07 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Heya niha jî azadîxwazên tevahiya cîhanê bi rêzdarî ve li şoreşa Îlonê dinêrin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Îlona 2023an peyamek bi boneya salvegera 62emîn a Şoreşa Îlonê de belav kir û tê de ragihand, “Şoreşa Îlonê bo tevahiya dijmin û neyarên Kurdistanê ev yek îsbat kir ku, gelê Kurdistanê rêya serî netewandinê daye berxwe ne rêya xwe teslîm kirin û ser tewandinê.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Di 62emîn salvegera destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê de, bi rêzdarî ve tevahiya têkoşer, pêşmergeyên qehreman û beşdarên ev şoreşa girseyî û seraserî ya Kurdistanê bibîr tînin.

Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê bû ku, tevahiya pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê di bin Serkirdatî û Rêberatiya nîştimanî ya me cenabê Barzaniyê Nemir de bo bidest xistina armancên mezin yên hevbeş, tê de beşdar bûn, çend destanên serkeftinê tomar kirin û serwerî û destkeftên gelek mezin bo gelê Kurdistanê bidest anî.

Di wan rojên dijwar de berxwedan û lehengiya pêşmergeyên jêhatî û xelkê Kurdistanê bi giştî li cîhanê de deng veda heta niha jî ne tenê azadîxwazên Kurdistanê belku, azadîxwazên tevahiya cîhanê bi rêzdarî ve li şoreşa Îlonê dinêrin.

Jiber vê çendê bîranîna şoreşa mezin ya Îlonê lazim e bibe handerek zêdetir bo me hemûyan daku, em bi rijd bin li ser bidestxistina mafên destûrî û bi xemxwerî û dilsozî ve tevahiya destkeftiyên nîştimanî yên heyî biparêzin ku berhema ked, xebat û qurbanîdan, şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê ne bi taybetî şoreşa Îlonê ku, yek ji destkeftiyên dîrokî yên vê rêkeftinnameya 11ê Adara 1970an bû, dema hikûmeta vê demê ya Îraqê hate neçarkirin ku, beşek ji mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Şoreşa Îlonê bo tevahiya dijmin û neyarên Kurdistanê ev yek îsbat kir ku, gelê Kurdistanê rêya serînetewandinê daye berxwe ne rêya xwe teslîmkirin û sertewandinê.

Silav bo rihê paqij yê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

11ê Îlona 2023an”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî li ser bûyera Hemdaniyê: Em amadehiya xwe ji bo hemû alîkariyên pêwîst dubare dikin

WEDNESDAY, 27 SEPTEMBER 2023 18:09:52

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê bûyera şewatê li qezaya Hemdaniyê de peyamek sersaxiyê belav kir û tê amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo alîkariya qurbaniyên wê bûyerê dubare kir.

 
Serok Barzanî peyameke hevxemiyê ji bo karesata şewata Hemdaniyê belav kir

WEDNESDAY, 27 SEPTEMBER 2023 17:09:04

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 27.09.2023yê Serok Mesûd Barzanî di tora xwe ya civakî X de peyameke hevxemiyê ji bo karesata şewata li qeza Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Nînowa belav kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Erkê parastina destkeftên Herêma Kurdistanê li ser milê me hemûyan e

WEDNESDAY, 27 SEPTEMBER 2023 17:09:24

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di kongreya YNKê de gotarek pêşkêş kir û got: Parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê divê me bike yek.

 
Serok Barzanî bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê peyameke pîrozbahiyê belav kir

WEDNESDAY, 27 SEPTEMBER 2023 11:09:45

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê (silavên Xwedê lê bin) peyameke pîrozbayî belav kir û tê de hat: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku di vê cejna pîroz de deriyê xêr û bereketê li gelê Kurdistanê û gelên herêmê re veke û aştî û aramî bi ser cîhan û herêmê de bîne.“

 
Referandûm guhertineke erênî ya dîrokê ye

TUESDAY, 26 SEPTEMBER 2023 10:09:24

Dr. Salar Osman

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact