Hewlêr-KDP.info- Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulxaliq Bapîrî ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî di hemû waran de piştevaniya Hêzên Pêşmerge dike û rêkeftina me li gel wan heye ku heya sala 2026an alîkariyan berdewam bikin.
Ebdulxaliq Bapîrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hevpeymaniya Navdewletî berdewam di alîkariya lojîstîk û madî de bo Hêzên Pêşmerge û ev alîkarî nehatiye rawestandin, ji ber wê jî hêzên hevpeymanan bi her awayî alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin.”
Bapîrî wiha got: “Me heya sala 2026an ligel hevpeymanan rêkeftinek ji bo alîkariya Hêzên Pêşmerge îmze kiriye.”