Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 8 JUL 2025 14:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Azerbaycan bi ala Kurdistanê
| KDP.info


Hawdeng Farûq

Azerbaycan yek ji şeş komarên serbixwe yên tirkîaxêv li navçeya Orasya û Qafkasyayê ye, xala ku rojhilatê Ewropa û rojavayê Asya dighîne hev. Ji aliyê pêgeha cografî û siyasî û çandî ve xwedê giringiyeke mezin e. Ji ber ku yek ji wan welatan e ku xeleka welatên tirkîaxêv pêk tîne, li dora esmanê siyaseta çandî ya Tirkiyê dizivire.

Ji ber vê yekê, gaek bo nava wê siyasetê û her derbasbûnek bo nava vê dinyayê bi serê xwe serkeftinek e, nemaze ji bo miletekî bêdewlet wekî kurdan, dema ku di warê dîplomasiya protokolî de karibe bazdanek mezin bike û ala Kurdistanê bigihîne nava Koşka Komarî ya Bakoya, êdî nerîn û rewange li vir tên guhertin û girîngiya serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wî welatî diyar dibe.

Dema ku em bi hûrî li rojeva serdana Nêçîrvan Barzanî dinerin, em têdigihin ku ew bi vê serdanê ranaweste û dê pêngavên din ên peywendiyên siyasî û aborî li pey werin, herwiha dê hevdîtina herdu serokan bibe kilîla vekirina peywndiyeke demdirêj û jihevnêzîkbûna herdû gelên Kurdistanê û Azerayanê ji ber ku di wê hevdîtinê de tekezî li ser vekirina Konsulxaneya Azerbaycanê li Hewlêrê hat kirin.

Di rastiyê de her çend deng û wêneya Kurdan ber bi Ewropa û welatên rojava ve diçû, lê tava geş a ala Kurdistanê niha ber bi navçeyên sar ên Avrasyayê ve diçe û germahiyeke nedîtî di peywendiyên Kurdan de bi neteweyên wê navçeya herî girîng re ava dike. Ev serkeftinek mezin û binirx e ji bo Kurdan, ji ber ku em rûbirûyê hevkêşeya siyasî ya gelek hêzên girîng li herêmê ne, ku ji me re dibêje: Her ku pêwendiyên Kurdan zêdetir bibin û dengê Kurdan zêdetir bigihêjin devereke berfireh, helbet wê baştir karibin Kurdistanê biparêzin û bergîriyê di ber mafên xwe de bikin. Dijmin wê kêm zextê li wan bikin û zilma xwe ya dîrokî dubare nikin. Berovajiyê wê, eger têkiliyên Kurdan sar û bisînor bin, bi rehetî Kurd dikarin bên bêdengkirin û dijmin di bin zextê de dikarin wan bibirrin.

Nerîna tevahiya gelê Kurdistanê di vê rewşê de divê li ser wê mijarê be ku peywendiyên xwe berfirehtir bikin û li her mekanîzmekê bigerin ku bikarin gel û neteweyên cîhanê bikin dost xwe û wan baştir bi pirsa xwe ya rewa nas bikin! Bi kurt û kurmancî, dostên Kurdan çiqasî zêde bin, ji bo pêşeroja Kurdan û pêkhateya wan a siyasî û destûrî jî dê ewqasî misoger be.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact