Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 02:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bi amadebûna Serok Barzanî duyemîn roja vekirina Muzexaneya Niştimaniya Barzanî birêve çû
| KDP.info


Barzan-KDP.info- Roja înê ya 12ê Gulana 2023 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî rêwresma duyemîn roja vekirina Muzexaneya Niştimaniya Barzanî li Barzan birêve çû.

Di rêwresmê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebuyan kir û têda behsa vekirina Muzexaneya Niştimaniya Barzanî û girîngiya wê muzexaneyê ya ji bo parastina dîroka gelê Kurdistanê ya ji bo nifşên paşerojê kir. Serok Barzanî li gotara xwe de tîşk xiste li ser dirustbûna rêbaza Barzanî û pênase û dîroka rêbaza Barzanî, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku dîroka gelê me gelek hatiye têkdan û şêwandin, ji bo wê yekî bi girîngiyê ve behsa dîroka gelê Kurdistanê kir û tekez jî li wê yekê kir ku hemû aliyek rola xwe bibînin li dewlemendkirina dîroka gelê Kurdistanê, her wiha Serok Barzanî behsa wan bingehan kir ku şûnketiyên rêbaza li serê diçin bûye bawerî û eqîde û pê têne naskirin ku pêkhatiye ji xwedênasî û niştimanperwerî û mirovdostiyê.

Serok Barzanî behsa kultura pêkvejiyanê li devera Barzan kir ku bi dirêjahiya dîrokê parêzgerî lê hatiye kirin û navçe pê tê naskirin.

Di gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wan zebr û zeng û zulma ku li ser gundê Barzan bi dirêjahiya dîrokê de hebuye tekez jî kir ku li hîç qonaxek da beranberî wan xwe çemandinê hilnebijartine.

Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî ragihand tekez li ser destpêşxeriya ji bo yekrêziya nav mala Kurd kir ku têda daxwazê ji hemû hêz û aliyên siyasî kir teba û yekgirtîbin û hewl bidin wan girjiyan nehêlin ku dirustbûne. Serok Barzanî amadehî û piştevaniya xwe jî ji bo çareseriya hemû kêşeyan derbirî û daxwazê kir ku hemû alî vê keşûhewaya nexweş biguherin bi xweşiyê.

Hêjayî gotinêye ku gotar û nimêja înê li mizgefta Bîranîngeha Niştimaniya Barzanî ya li Barzan hate encamdan.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact