Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê girîng e
| KDP.info


Barzan-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê bangewaziya Serok Barzanî ya ji bo civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got, “Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalogê di navbera aliyên siyasî de dê destpêkek baş be.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an piştî beşdariya merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li Barzanê ji medyayê re axivî. Nêçîrvan Barzanî bangewaziya Serok Barzanî wek “girîng” bi nav kir ku daxwaz ji aliyên siyasî kir ku berî 18ê Gulanê bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “We bihîst, peyama Serok Barzanî peyama aştîxwazî, hevpejirandin û bi hev re rûniştin bû, hêvîdar im ev jî destpêkeke baş be ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser maseya danûstandinan bi rêya diyalogê. Bi raya min ew peyama herî girîng bû ku îro li Herêma Kurdistanê hate dayîn.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Serok Barzanî di destpêşxeriya xwe de, “Diyar e û bang li hemû aliyan dike ku bi hev re rûnin, bi baweriya min dê destpêkeke baş be ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyaloga di navbera aliyên siyasî de. Ya girîng ew e ku aliyên siyasî bicivin, li her cihê ku bicivin em jî piştevaniyê dikin. Banga îro ya Serok Barzanî ew bû ku di demeke kurt de bicivin.”

Nêçîrvan Barzanî behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand ku li gor desthilata wî roja hilbijartinan hate diyarkirin û got, “Tiştê ku maye li ser parlamentoyê dimîne ku ew jî divê parlamento komîsyonan ji nû ve ava bike û kar bike, em niha li benda van gavan in û em hêvîdar in ku piştî ku hemû alî li hev civiyan ev gav bên avêtin. Divê ev bên çareserkirin û di dema ku me destnîşan kiriye de hilbijartin bên kirin.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact