Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Generalê Hevpeymanan behsa pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li gel fermandarê giştî yê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê civiya. Di hevdîtinê de General Matthew McFarlane ji bo pêngavên yekxistina Pêşmerge û proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdaran Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane û şandeke serbazî ya pê re kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, General McFarlane ji bo pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge û proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de û ji bo merasima vê sibê ya ragihandina destpêkirina her du beşên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Di civînê de behsa giringiya bihêzkirina hemahengiya di navbera hêzên hevpeyman û Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya şerê dijî terorê de hat kirin û tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş bo têkbirin û jinavbirina DAIŞê hat kirin.

Herwiha di derbarê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di civînê de behsa çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera wan de bi taybetî jî pirsa petrol û bûdceyê hate kirin.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact