Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 8 JUL 2025 14:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina hêz û milîsên çekdar gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 14ê Adarê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û şanda pê re kir.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku keşeke erênî û hewldaneke cidî heye ji bo çareserkirina kêşeyan ligel hikûmeta federal, herwiha diyar kir ku eger niyet û xwast û îrade hebe, dikarin hemû kêşe werin çareserkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîrê Iraqê kir ji bo karkirina li ser çareserkirina kêşeyên hilawestî, bi taybetî pesnê pesendkirina projeyasaya budceya federalî da, ku bi hevkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal hat amadekirin, hêvî jî xwest ku parlamentoya Iraqê jî, di demeke herî nêz de vê projeyasayê weke xwe pesend bike.

Mesrûr Barzanî herwiha destxweşî li Serokwezîr û Kabîneya Hikûmeta Iraqê kir, ji bo temamkirina rêkarên parêzgehbûna Helebceyê, bi wê hêviyê ku bibe destpêkek ji bo kêmkirina êş û janên nişteciyên Helebceyê.

Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku derfeteke baş û vîn û xwasteke me ya bihêz heye ji bo çareserkirina kêşeyan di çarçoveya destûr û rêkeftina aliyan bo pêkanîna hikûmetê de.

Di civînê de ku di hewayeke dostane de birêve çûye, li ser çendîn mijaran gotûbêj hatiye kirin, ji wan; girîngiya amadekirina herdu projeyasaya Dadgeha Bilind a Federal û yasaya petrol û gazê, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê weke xwe û derketina hêz û milîsên çekdar û asayîkirin û avakirina navçeyê, qerebûkirina ziyandîtiyên destê rejîma Be'sê li gor destûrê, bi taybetî malbat û kesûkarên şehîdên kîmyabaranê û enfalkiriyan û herwiha pêşvebirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact