Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 15 JUL 2025 23:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

"Deskeftiyên Kurdistanê ji berhema xebata Barzaniyê Nemir in"
| KDP.info


Duhok-KDP.info– Îro 120 saliya jidayîkbûna Barzaniyê Nemir bavê ruhanî yê neteweya Kurd e, Pêşmergeyên herdu şoreşên Îlon û Gulanê jî dibêjin, pêwîst e û erk e jî ku hemû Kurdek li ser rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir berdewam be ji bo ku Kurd bighên hemû mafên xwe, ji ber ku ew destkeftên niha berhema xebata Barzaniyê Nemir in.

Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Sidîq Goran ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê KDP.info re ragihand: “Îro 120 sal bi ser jidayîkbûna Barzaniyê Nemir bavê ruhî yê neteweya Kurd derbas dibe, ku rojeke geş e ji bo Başûrê Kurdistanê. Ji bo herçar parçeyên Kurdistanê rojeke geş e, ji ber vê yekê divê em hemû li ser rê û rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir berdewam bin û em xizmeta vê rêbazê bikin, heya ku em bigihin hemû daxwaz û mafên xwe yên ji ber ku Barzanî dibistanek bû ji bo hemû parçeyên Kurdistanê.”

Sidîq Goran wiha got: “Barzaniyê Nemir serkirdeyekî netewî û niştimanperwer bû û ti cudahî nedikirin, xwe pêşmerge dihesiband û li kêleka Pêşmerge xebat dikir, jiyana wî jî ji ya Pêşmergeyan cuda nebû û hertim xizmeta gelê Kurd dikir. Ez bi xwe jî gelek caran pê re rûniştime, li Nexde û li Kerec û li Qesrê. Gelekî vekirî bû û herdem em şîret dikirin û digot li ser xebatê ji bo mafên gelê Kurd berdewam bin. Niha jî mezintirîn destkeft ji bo gelê Kurd bi dest hatiye peymana 11ê Adara 1970ê ye ku ez endamê rêxistina partiyê bûm û ez 23 salî bûm, lewma ew peyman baş tê bîra min.”

Wî pêşmergeyê dêrîn wiha got: “Divê em hemû li ser vê rê û rêbaza pîroz berdewam bin û helbet destkeftên me ji berhema xebat û têkoşîna Barzaniyê Nemir in, lewra niha bêyî Serok Barzanî û vê rêbazê dê çareserkirina kêşeyan zehmet be, ji ber wê jî pêwîstiya me bi vê rêbazî her heye ji bo ku em hemû mafên gelê Kurd bidest bînin.”

Ji aliyê xwe ve, pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Ebdulqadir Mihemed Mensûr ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê KDP.info re ragihand: “Em hîn li ser rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir in. Erkê me ye ku em wek Barzanî ligel hejar, cotkar, karker û hemû çînên din bin. Divê em hertim pêbendî vê rêbazê bin, ji ber ku xebata Barzanî hertim ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd bûye.”

Wî pêşmergeyê dêrîn wiha got: “Destkeftên niha ji berhema têkoşîna Barzaniyê nemir in, ji ber wê jî erkê me ye ku em heman rê û rêbazê bişopînin da ku destkeftên zêdetir ji bo gelê Kurd bidest bixin, ji ber ku wê demê Qazî Mihemed ji Barzanîyê nemir re gotibû ezê bêm bidarvekirin û Ala Kurdisatanê da Barzaniyê Nemir. Barzaniyê Nemir yê hemû perçeyên Kurdistanê bû, ne tenê Başûrê Kurdistanê.”

Ebdulqadir Mihemed Mensûr wiha got: “Em beşdarî hemû şoreşan bûne û şoreşên bi serokatiya Barzaniyê Nemir hemû ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd bûne û piraniya destkeftan bi destên nemir Barzanî hatine bidestxistin.”




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact