Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 10:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Armanca me bihêztirkirina pêgeha jinan e di nava hikûmetê de
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di merasîma bîranîna 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “em piştgiriya xwe ya bênavber ji bo mafên jinan û rola wan a aktîf di hemû warên jiyanê û civakê de, bi taybetî di saziyên hikûmetê de dubare dikin.”

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im jin hertim di jiyana xwe de serkeftî bin û mafên wan bên parastin û ji her stem û çewisandinê rizgar bibin.

Destxweşiyê li Encûmena Bilind a Jin û Geşepêdanê û Desteya Yeksaniya Zayendî û Desteya Jinê ya Netewên Yekgirtî (UN Women) dikim, ji bo organîzekirina vê boneyê û îmzekirina yadeşta hevtêgihîştinê ji bo xizmeta pirsgirên bi jinan pêwendîdar in.

Bi vê boneyê em piştgiriya xwe ya neguhêr ji bo mafên jinan û rola wan a aktîf di hemû warên jiyanê û civakê de, bi taybetî di saziyên hikûmetê de dubare dikin.

Jinan di dirêjahiya dîroka gelê Kurdistanê de, roleke wan a girîng di nava civaka me de hebûye. Her tim alîkarî û beşdarî qonaxên dijwar ên têkoşîna Kurdistanê bûne û xwedî dîrokeke tijî serwerî ne. Piştî serhildan û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rola jina Kurdistanê di hemû warên hikumraniyê de diyar e. Em ê kar jî bikin ku zêdetir pêgeha jinan di hikûmetê de li gorî şiyan û karînên wan bihêztir bikin û hemû şêweyên biçûkxistina rola jinan di rêveberiyê de ji holê rakin.

Ez hêvî dikim ku îmzekirina vê hevtêgihîştinê bibe alîkar di warê statîstîkên ku dê bêne berhevkirin û peyda kirin, ji bo destnîşankirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan û rakirina hemû binpêkirinên mafên jinan û astengiyên li pêşiya wekheviya zayendî.

Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû cure binpêkirinên mafên mirovan û hemû cureyên tundiyê ne, bi taybetî tundî, kuştin, îşkencekirina jinan û binpêkirina mafên wan. Lê mixabin civaka Kurdistanê jî weke gelek civakên din ên cîhanê ji ber vê êşê dinale. Ev tundûtûjî ji bo me nayê qebûlkirin û em ê bi awayekî giştî di rûbirûbûna vê diyardeyê de berdewam bin.

Rûbirûbûna tundiyê û xebat ji bo pêşxistina çanda wekheviya zayendî erkekî hevpar ê me hemûyan e û divê civak bi giştî, hikûmet, rêxistinên jinan, civaka sivîl, mamosteyên olî, dibistan, zanîngeh û navendên rewşenbîrî bi hev re kar li ser hişyarkirina tak û malbatan bikin û karê cidî ji bo jinavbirina tundiyê, pêşxistina çanda wekhevî, pêkvejiyanê û hevdu qebûlkirinê bikin.

Baweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê a temam bi stratejiya bihêzkirina pêgeha jinan heye û li ser wê yekê kar dike. Divê jin û mêr ji derfetên li ber destên wan in, wekhev sûd werbigirin û her wiha ew ê ji erk û mafên xwe yên wekhev jî sûd werbigirin.

Ez careke din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê û jiyaneke xweş û rehet ji we re dixwazim.”

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact