Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 01:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Pêşmerge bi hewara Kurdan ve çûn û nehiştin Kobanî rizgar kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ku beşdar bibû di şerê rizgarkirina Kobanî de, dibêje, beriya 8 salan û di rojeke weke îro de Hêzên Pêşmerge karîn Kobanî ji destê DAIŞê rizgar bikin, ku beriya çûna Pêşmerge kêm mabû ew bajar bi temamî ketiba destê DAIŞê de, lê Pêşmerge bi fermana Serok Barzanî, sînorê 2 dewletan derbas kirin û bi hewara Kurdan ve çûn û nehiştin Kobanî bikeve û rizgar kirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge û beşdarbûyê şerê rizgarkirina Kobanî Rizgar Behram ji malpera KDP.info re behsa wê demê kir û wiha got: “Îro 8 sal bi ser rizgarkirina bajarê Kobanî re derbas dibe, ku di rojeke weke îro de Kobanî bi temamî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Hemû gundên Kobanî di destê DAIŞê de bûn û tenê çend taxê bajêr mabû ku ew jî bikevin destê DAIŞê. Tenê deriyek mabû ku xelkê Kobanî tê de birevin. Lewma şervanan ji bo ku nekevin destê DAIŞê de xwe diteqandin. Lê rêberê gelê Kurd Serok Barzanî hest bi tirsa ser wî perçeyê Kurdistanê kir, û daxwaz kir ku Hêzên Pêşmerge bi hewara Kobanî ve biçin, ji bo ku Kurd li wir neyên jenosîdkirin, lewma ferman da Hêza Piştevaniya 1 bi fermandariya Şêx Sîhad Barzanî ji bo ku xwe amade bikin û biçin Kobanî. Pêşmerge roja 27.10 bi çekên giran ber bi Kobanî ve birê ketin û heya rojeke weke îro şereke giran kirin. Di rojeke weke îro de bajarê Kobanî hat rizgarkirin. Rojeke dîrokî bû.”

Rizgar Behram wiha domand: “Ez vê rojê li Serok Barzanî pîroz dikim, ku bi riya wî Hêzên Pêşmerge sînorê 2 dewletan derbas kirin û xwe gihandin Kobanî, ku ev yek pir dîrokî ye û ev yek tenê ji destê rêberê gelê Kurd tê. Lewma îro rojeke dîrokî ye ji bo hemû gelê Kurd û cihê şanaziyê ye.”

Behram wiha got: “Dawî li Girê Miştenûr şerekî mezin çêbû, lê Hêzên Pêşmerge biser ketin û karîn Kobanî rizgar bikin. Piştre em ber bi gundên Kobanî ve çûn û me gund jî rizgar kirin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact