Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 01:52 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Dadgeha Federal a Iraqê şûna Dadgeha Şoreşê ya rejîma berê girtiye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê peyamek belav kir û ragihand, “Dadgeha Federal a Iraqê şûna Dadgeha Şoreşê ya rejîma berê girtiye.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê bexşende û mîhreban

Mixabin careke din Dadgeha Federal a Iraqê helwesteke din a dijminkarane li hember Herêma Kurdistanê nîşan da û rêgirî li wê yekê kir ku ew pere ji bo Herêmê were, ku biryar bû ji aliyê Hikûmeta Federal ve bo Herêma Kurdistanê were şandin.

Li vir mebest ne pere ne, kêşeya sereke binpêkirina maf û prensîpan e. Hemû alî agahdar in ku beşdariya me di hevpeymaniya îdareya dewletê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, li ser bingeha bernameyeke zelal û têr û tije bûye ku hemû aliyan li ser wê li hev kirine.

Dabînkirina beşek ji heqên darayî yên Herêma Kurdistanê jî, ku mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê ye, beşek bû ji wê bernameyê û rêkeftin li ser wê hat kirin. Loma biryara îro ya Dadgeha Federal, beriya ku li dijî Herêma Kurdistanê be, li dijî proseya siyasî û li dijî Hikûmeta Iraqê û li dijî bernameya hevpeymaniya îdareya dewletê ye jî.

Ji bo me cihê matmayînê ye ku her dema keşeke erênî di navbera Herêm û Bexdayê de dirust bûbe û derfetek ji bo çareseriya kêşeyan derketibe holê, demildest Dadgeha Federal ji bo têkbirina wê derfetê kar kiriye û bi biryareke dijminkarane, derfet ji holê rakiriye û bûye sedema aloztirbûna kêşeyan. Diyar e ajendayeke gumanî cîbicî dike û cihê Dadgeha Şoreşê ya rejîma berê girtiye.

Ez li vir ji Hikûmeta Iraqê û ji aliyên pêkhênerên hevpeymaniya îdareya dewletê daxwaz dikim, helwesta xwe li hember vê binpêkirin û dijayetîkirinê nîşan bidin ku ji aliyê Dadgeha Federal ve li dijî berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê tê encamdan.

Mesûd Barzanî

25ê Çileya 2023an”


 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact