Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 12:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê: Divê sîstema birêvebirina Iraqê bi rastî federalî be
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got “Divê em hevdû wek hevrik nebînin, em hevdû temam dikin û divê em bi ruhê hevkariyê kar bikin.” Herwiha got jî: “Divê sîstema birêvebirina Iraqê bi rastî federalî be.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “nabe li Iraqê wek niha destûr bê paşguhkirin, lê divê bi temamî were cîbicîkirin.” Herwaha got: “Em hêvîdar in di demek nêzîk de xalên rêkeftina pêkanîna hikûmeta Iraqê bên cîbicîkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna merasima bîranîna rêberê olî yê Şîeyan Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm çû Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe ya di merasîmê de Mihemed Baqir El Hekîm bibîr nî û amaje bi wê yekê jî kir, ku Hekîm li ber çavê gelê Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurdistanê kesayetiyekî rêzdar e.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo cîbicîkirina Destûra Iraqê ew piştgiriyê didin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û got “Divê mafên hemû pêkhateyên Iraqê di çarçoveya destûrê de bên cîbicîkirin. Divê Iraq di pratîkê de bi sîstemeke federal bê birêvebirin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Sûdan hewl dide pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike û dibêje “Sûdanî hewl dide di serî de artêş ji bo ku hemû pêkhateyên Iraqê di hemû saziyên Iraqê de cih bigrin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku eger Bexda xizmetguzariyên wekhev pêşkêşî hemû welatiyan bike û hemû pêkhateyan li xwe bigire, Iraq dê gelek bihêztir bibe û pêgeha wê li navçeyê jî bihêztir bibe anî ziman “Em bi hev re dikarin bihêz bin û bi hev re dikarin pêgeha Iraqê bihêztir bikin”

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê di rewşa herî dijwar a Iraqê de jî bûye çavkaniya aştiyê û got “Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku mêvandariya 2 milyon û 800 hezar koçberên ku ji ber şerê DAIŞê ji deverên cuda yên Iraqê hatine û tûşî ti pirsgirêkekê nebûne.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku gelê Iraqê li gel çareseriya pirsgirêkan e û ji bo cîbicîkirina Destûrê zemîneke erênî heye û wiha berdewam kir “Divê em di demên dijwar de piştgiriya hev bikin û hemû pêşkeftinên ku me bi dest xistine di encama hevkariya me derketiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir û got “Divê em hevdû wek hevrik nebînin, em hevdû temam dikin û divê em bi ruhê hevkariyê kar bikin.”

Nêçîrvan Barzanî balê dikişîne ser çanda pêkvejiyana ku li cîhanê belav dibe û dibêje “Pirnetewebûn, pir ol û pir mezhebî ne nîşana lawaziya Iraqê ye, belku bingeha bihêzbûna Iraqê ye.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê Kurd, Asûrî, Ermenî, Tirkmen, Keldanî û Ereb di nav de zêdetirî 40 netewe bi hev re û di nava aştiyê de dijîn û got “ Ev ji bo me hemûyan serbilindiyeke mezin e.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got ku hemû gelên Iraqê dixwazin li ser esasê wekheviyê bi hev re bijîn diyar kir “Ji ber vê yekê divê ev daxwaza Iraqiyan di pratîkê de cih bigire.”


 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact