Bexda-KDP.info- Îro Yekşema 27.11.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Hevpeymaniya Ezim Musenna Elsamarayî civiya.
Di civînê de pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê yên dawiyê hatin gotûbêj kirin û behsa pêwîstî û giringiya alîkariya hevbeş a hêz û aliyên Iraqî bo derbaskirina zehmetiyan û piştgirî Ii hikûmeta nû ya Iraqê bê kirin ji bo serxistina karnameya wê.
Di civînê de ku şandeya ligel Serokê Herêma Kurdistanê jî amade bûn û hejmarek rêveberên Hevpeymaniya Ezim jî cîh girtin, herdu aliyan behsa pêşxistina bi ruhê bihevrebûn û hemwelatîbûn û kar kirina hemû aliyan ve wek tîmekî kar kirinê giring nirxandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdayê û ligel hejmarek ji rêveberên siyasî yên Iraqê dicive.