Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 DEC 2022 23:55 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera NYê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdara 2022an, pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, guhertin û pêşhatên dawî yên li navçeyê û girîngiya çareserkirina bingehîn a kêşeyên di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemaya destûr û karnameya wezarî ya hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin.

Di mijareke din a civînê de, her du aliyan tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê hate kirin.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Swêdê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

TUESDAY, 06 DECEMBER 2022 19:12:39

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Balyoza nû ya Swêdê ya li Iraqê, pêwendiyên Swêdê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li alîkariya hevbeş kirin.

 
Mesrûr Barzanî: Pêşxistina sektora çandiniyê dahat zêde dike û dibe alîkar bo sektorên din jî

TUESDAY, 06 DECEMBER 2022 19:12:35

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi gotarekî vidyoyî ve hin zanyariyên giring derbarê sektora çandinî û piralî kirina dahata Herêma Kurdistanê kir.

 
Wezîra Berevaniya Holandayê: Emê li ser piştevaniya Pêşmerge berdewam bin

TUESDAY, 29 NOVEMBER 2022 14:11:13

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29.11.2022an pêşwazî li Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Kajsa Ollongren kir.

 
Şanda Kongrêsa Amerîka: Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê ye

SUNDAY, 27 NOVEMBER 2022 16:11:48

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li şandeke Kongrêsa Amerîkayê bi serokatiya endamê Kongrêsê Mark Takano kir ku di nav de endamên Kongrêsê Elissa Slotkin, Colin Allred û Kathy Porter hebûn.

 
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û ligel Serokê Hevpeymaniya Ezim civiya

SUNDAY, 27 NOVEMBER 2022 15:11:24

Bexda-KDP.info- Îro Yekşema 27.11.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Hevpeymaniya Ezim Musenna Elsamarayî civiya.

 


 
© 2022 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact