Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 6 JUL 2025 02:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî bo aliyên pêwendîdar: Lêkolîneke cidî di sedema teqîna gazê de bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22 Mijdara 2022an, serperiştiya civîneke taybet bi bûyerên teqînên gaze li Duhok û Silêmaniyê kir û aliyên pêwendîdar raspardin lêkolîneke cidî û hûr derbarê vê cure gazê û aliyên cibicîkar û sedemên van bûyeran de bikin.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan nîşan da û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwast.

Serokwezîr bi rêz û pêzanîneke mezin behsa candîdayî û qurbanîdana Cîgirê Rêveberê Polîsê Hawarhatina Duhokê Raîd Elî Berwarî û hevkarên wî kir ku Ji bo parastina giyanê welatiyan û bi taybet xwendekaran, xwe kirin qurbanî.

Serokwezîr aliyên peywendîdar ên hikûmetê raspardin ku li hemû cihên giştî û taybet ên ku vê sîstema gazê bi kar tînin vekolînin û lêkolîneke cidî û berfireh li ser vê curê gazê, aliyên cîbicîkar û sedemên bûyerên Silêmanî û Duhokê bikin. Heta derketina encamên lêkolînê jî, biryar hat dayîn ku bikaranîna vê sîstemê li wan cihên tên bikaranîn, bê rawestandin.

Ev civîna Serokwezîr Mesûr Barzanî ligel wezîr û berpirsên pêwendîdar piştî wê tê, roja 17ê Mijdarê sîstema gaze ya maleke Silêmaniyê teqiya û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Her wiha şeva borî jî li bajarê Duhokê tanka gazê ya firinekê teqiya û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact